Stratejiya nû ya opozîsyona Tirkiyê dê bi xwe re çi bîne?

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê opozîsyona vî welatî ya ku tifaqa milet avakirine û Kemal Kilicdaroglu wek namzedê erokkomariyê diyar kirine di hilbijartina serokkomarî û yên giştî yên 14ê Gulanê de serkeftinek bi dest nexistin. Ji ber vê çendê bo hilbijartina 28ê Gulanê bi stratejiyeke nû û tund derdikevin pêşberî dengdêran. Li gorî şirovekarên sîyasî ev stratejiya opozîsyonê dê encamên neçaverêkirî bi xwe re bîne. Rayedarên vê tifaqê jî îdîa dikin ku armanca stratejiya nû cuda ye.

Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de Tifaqa millet di hilbijartinên 14ê gulanê yên parlementerî û serokkomariyê de serkeftina ku dihate çaverêkirin bidest nexist. Ji ber vê çendê namzedê tifaqa millet yê Serokkomariyê Kemal Kilicdaroglu bi stratejiyeke nû ku zêdetir bi gotinên tund, dijayetiya penaberan, xurtkirina têkoşîna dijî rêxistinên terorî di nava xwe de dihevîne dest bi bangeşeya hilbijartinê ya 28ê Gulanê ya serokkomriyê kiriye. Li gel vê yekê Namzedê tifaqa ATA Sînan Ogan ku kesekî netewperest e û nêzî 2 milyon 800 hezar deng bi dest xistin bi şertê ku Partiya Çepa Kesk piştevaniya Kilicdaroglu neke tê çaverêkirin piştevaniya Kilicdaroglu bike. Bi boçûna şirovekarên siyasî ev stratejiya nû dê hewlesta dijî Kilicdaroglu bide guherîn û dê encamên neçaverêkirî bi xwe re bîne.

Şirovekarê Sîyasî Prof. Dr. Tevfîk Erdem ji K24ê re got: “Kemal Kilicdaroglu ku hemberî hemû rexne û nêrînên tund xwedî helwesteke nerm bû, niha bi gotinên tund derket pêşberî dengdêran. Bi stratejiya nû gotnên Kilicdaroglu bo demokrasi û aşitiyê wala derdikevin. Dengdêr dê bawerî bide kîjan gotinên Kilicdaroglu? Zimanê tund dê serkeftinekê bo Kilicdaroglu neyîne. Hevdîtina bi Sînan Ogan jî dê bibe sedem ku Kurd ji Kilicdaroglu eciz bin û heta neçin ser sindoqan jî.”

Beramberî vê yekê rayedarên tifaqa miletê jî dibêjin ku bi armancekê stratejiyeke tund hate diyarkirin û berovajî îdayan dengdêrên Kurd zêdetir berê xwe bidin wan.

Parlementerê Saadetê di nava lîsteyên CHPê de Bûlent Kaya: “Li ser gotinên teror û manûnemana welêt deshilatê hewl da ku kêşeyên serekî yên welat yên wek aborî, demokrasî û mafên mirovan neyên axaftin. Deshilatê bi derfetên dewletê propagandeyeke reşkirinê derxist pêş. Birêz Kemal Kilicdaroglu jî ji bo ku rastiyan ji civakê re vebêje serî li zimanekî tund da. Herwiha aborî û demokrasi kêşeya dengdêrên Kurd jî û dê gera duyem de zêdetir piştevaniya Kilicdaroglu bikin.”

Ji bo hilbijartinên 28ê Gulanê hefteyekê kêmtir dem maye. Deshilat û opozîsyon jî bi stratejiyeke tund li pêşiya dengdêran e. Di gera duyem de pêwîstî bi rêjaya ji sedî 50 yek lê zêde nîne, Recap Tayîp Erdogan û Kemal kilcdaroglu kî ji wan piraniya dengan bi dest bixe, dê bibe Serokkomarê Tirkiyê yê 13emîn.