Li çar bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 28 kes hatin binçavkirin

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li çar bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di encama operasyoneke li dijî HDPê de, 28 kes hatin binçavkirin.

Li sê bajarên wekî Mêrdîn, Şirnex û Manîsayê li dijî endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyon hate kirin û hêzên ewlekariyê bi ser malan de girtin.

Di encama operasyonan de, 15 kes hatin binçavkirin. Ji alîkî din ve li bajarê Stenbolê jî 15 kes bi tohmeta ku di medyaya sosyal de bangeşeya PKKê kirine hatine binçavkirin.

Ev sê roj in li çendîn bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operaysonên berfireh li dijî HDPê tên kirin û heta niha nêzikê 100 endam û alîgirên wê partiyê hatine binçavkirin.