Şaredarê Nashville: Nashville û Hewlêr meha bê dê bibin destexwişk

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredarê Nashville John Cooper got, ew hêvî dikin ku Nashville û Hewlêr di meha Hezîranê de bibin destexwişk û kêfxweşiya xwe anî ziman ku Nashville ji aliyê Kurdan ve wek Kurdistana Biçûk tê naskirin.

Şaredarê Nashville John Cooper îro di konferanseke rojnamevanî ligel Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xuşnaw de ragihand, “Ez li ser navê hemû gelê Nashville dixwazim bêjim ku em çiqas bi şans in ku em wek 'Kurdistana Biçûk' têne naskirin.”

Cooper got: “Em vedigerin bo avakirina pêwendiyeke nêzîktir bi Kurdistanê re di warên cuda de wek perwerde, çand, bazirganî û geştiyariyê.”

Şaredarê Nashville got, çavê wan li wê yekê ne di meha Hezîrana îsal de Nashville û Hewlêr bi fermî bibin destexwişk.

John Cooper û şanda pê re roja Sêşemê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatin pêşwazîkirin û di civînê de behsa geşepêdana pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bi taybetî Hewlêr û Nashville hat kirin, bi taybetî di warê çand û perwerdeyê de, ku dê di demek nêzîk de bibin du bajarên destexwişk, Her wiha rola erênî ya revenda Kurdistanî yên li Nashville dijîn, bilind hate nirxandin.

Şanda bajarê Nashville xweşhakiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û amadehiya xwe ji bo cîbicîkirina çend projeyên hevbeş ligel bajarê Hewlêrê dubare kir.