Abdulkadîr Aydin: Piştî Leyla Zana û Osman Baydemîr niha jî Demîrtaş hat dûrxistin

Selahattîn Demîrtaş ragihand wî dest ji siyaseta aktîf berdaye û her wiha da zanîn wî xwestiye bibe namzetê serokomariyê lê daxwaza wî hatiye redkirin.
Serokê Komeleya Mafên Mirovan ê Berê yê Şaxa Diyarbekirê Abdulkadîr Aydin
Serokê Komeleya Mafên Mirovan ê Berê yê Şaxa Diyarbekirê Abdulkadîr Aydin

Diyarbekir (K24) - Selahattîn Demîrtaş ragihand wî dest ji siyaseta aktîf berdaye û her wiha da zanîn wî xwestiye bibe namzetê serokomariyê lê daxwaza wî hatiye redkirin. Çavdêrên siyasî dibêjin ew kevneşopiya ku HDP jê tê rê nade ku gotin û daxuyaniyên derveyî siyaseta wan were dayîn.

Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku wî siyaseta aktîf berdaye û da zanîn ku wî ji rayedarên HDPê re gotiye ew dixwaze bibe namzetê serokomariyê lê bêyî ku bersiva wî were dayîn daxwaza wî hatiye redkirin.

Derbarê daxuyaniyan de HDPê amaje kir ku piştî erdhejê rewşek nû derket holê û daxwaza demîrtaş beriya erdhejê bû û ew ji rexneyan re jî vekirî ne.

Pisporên siyasetê jî balê dikêşin ku divê Kurd daxuyaniyên Demîrtaş an jî siyaseta HDPê bidin aliyekî û berî her tiştî bibînin ku Tifaqa Millet dijayetiya kurdan kir û %10ê dengên Kurdan da aliyekî û nêzîkî wan kesan bû ku dengên wan %1 e.

Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Vedat Koçal ji K24ê re diyar kir: “Xuya ye di nava HDPê de nîqaşek heye lê ez dixwazim balê bikêşim xalek din. Di salên dawîn de encamên hilbijartinan di nava kurdan de ji ser daxuyaniyên HDPê û daxuyaniyên Demîrtaş tên nirxandin. Lê bi ya min ya divê bê nîqaşkirin dijberiya Tifaqa Millet a hember kurdan e. %10ê dengên kurdan nedîtin çûn berê xwe dan kesên %1 deng distînin. Ji îro pê ve HDP yan wê vegere xeta Kurdistanî an jî dê xwe bi tirkan bide qebûlkirin û bêje ez partiyeke tirk im. Êdî tirkiyeyîbûn jî pere nake divê bêje ez tirk im.”

Li aliyê din jî kesên ku bi salan li gel Selahattîn Demîrtaş kar kirine û wî ji nêz ve dinasin dibêjin ji berê de navbera Selahattîn Demîrtaş û komek nav HDPê de nîqaş ji xwe hebûn û gelek kesên wek Demîrtaş rexne li polîtîkayên şaş kirîn jî ji HDPê hatin durxistin.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan ê Berê yê Şaxa Diyarbekirê Abdulkadîr Aydin ji K24ê re diyar kir: “Wisa li Leyla Zana jî kirin û wisa li Osman Baydemîr jî kirin. Komek di nava HDPê de û derveyî HDP heye ku rê nadin dengên cuda û rê nadin rexne li polîtîkayên şaş werin kirin. Hîn gelek tişt hene ez bêjim lê niha nabêjim. Dema wextê wê hat ezê bêjim.”

Rêxistinên HDPê dê heta dawiya Hezîranê civînan bike û piştî wê jî dê biryara kongreya mezin ragihîne ku Selahattîn Demîrtaş di vê pêvajoyê de çiqasî bibandor be hîn nediyar e û Hervserokên nû jî dê vê pêvajoyê de aşkere bibin.