Bloomberg: Mehmet Şîmşek dibe Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Bloomberg a Amerîkî ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji bo Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyê, dê Mehmet Şîmşek peywirdar bike.
Jêderên ku ji Bloombergê re axivîne, diyar dikin; Mehmet Şîmşek dê di kabîneya nû ya Tirkiyê de cih bigre û dê bibe Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê.
Hat ragihandin ku "Mehmet Şîmşek dê ji hemû siyasetên aboriyê yên Tirkiyê berpirsyar bibe".
Bloomberg dibêje ku "Erdogan piştevanekî aboriya klasîk tîne ser peywirê û bi vê yekê hewl dide piştî hilbijartinan baweriya piyasayan bi dest bixe".
Hat eşkerekirin ku li ser vê mijarê Ofîsa Serokomariyê û berdevkê Mehmet Şîmşek nexwestine daxuyaniyekê bidin.