“Desteya Danûstandinan” daxwaza sererastkirina şaşiyên siyasî yên opozîsyonê dike

Civîna Desteya Danûstandinan
Civîna Desteya Danûstandinan

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Danûstandinan a Sûriyê civîna xwe ya asayî li bajarê Cenêvê yê Swîsreyê bidawî kir û tekezî li pêwîstiya birêkxistina navmala xwe ya siyasî kir û got ku divê wane ji şaşîtiyên berê werin girtin.

Civîn ku roja 3 û 4ê Hezîranê li Cenêvê bi madebûna Şandeyê Taybet ê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Geir Pedersen hat kirin, hemû pêkhate beşdarî civînê bûn, di nav de platformên Qahîre û Mosko, Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê (Îtîlaf), endamên serbixwe û grûpên çekdaran.

Piştî civînê daxuyaniyek hat belav kirin û tê de hat gotin, “pêwîst e bi rexneyên tund li pratîkên me yên siyasî, pabendbûna bi şefafiyê, dûrketina ji kiryarên xwerûxandinê nirxandin bên kirin û waneyan ji şaşîtiyên xwe derxînin, da ku navmala xwe ya siyasî birêk bixin.”

Civînê pirsa vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî gotûbêj kir. Di vê derbarê de jî, civînê piştgiriya xwe bi biryara navdewletî (2254) ji bo cîbicîkirina çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyê dubare kir.

Her wiha civînê tekez kir ku vegerandina rêjîmê bo Komkara Erebî, berî pabendbûna wê bi biryarên navdewletî, metirsiyek e ji ber ku dê sûdê ji asayîkirina pêwendiyan bibîne, bêyî ku ber bi çareseriya siyasî ve biçe û êş û azarên gelê Sûriyê sivik bike.

Di vê çarçoveyê de, Desteya Danûstandinan tekez kir ku cîbicîkirina tam a biryara 2254, dibe sedema veguhestineke siyasî ya rasteqîn, garantiya jinavbirina terorê, pêkanîna aştiya sivîl û misogerkirina derketina milîs û hêzên biyanî ji axa Sûriyê.

Her wiha di daxuyaniyê de tekezî li ser hewlên niştimanî û navdewletî yên ji bo vegera xwebexş û ewle ya koçber û penaberan bo warên wan kir.

Desteya Danûstandinan a Sûriyê tekez kir, aştiyeke mayînde bêyî dadweriyê pêk nayê, divê berpirsyarên qirkirin û tawanên li dijî mirovahiyê bên cezakirin. Ji ber vê yekê, “dem hatiye ku rêxistinên navdewletî yên têkildar bi pêşengiya Netewên Yekgirtî, ji bo pêkanîna dadperweriyê tedbîrên yasayî û rêxistinî bigirin.”

Desteya Bilind a Danûstandinên Sûriyê roja 10ê Berçileya 2015an di civîneke aliyên opozîsyona Sûriyê de li Riyadê hat damezrandin. Erka wê ew e ku rasterast serpereştiya proseya danûstandinan bi rêjîma Sûriyê re bike di rêyên ku ji aliyê Netewên Yekbûyî ve tê piştgirîkirin.

Di konferansa Riyad 2 a Mijdara 2017 de jî, çapeke nû ya desteyê hat damezirandin û berfirehkirin.