Şewket Berbuharî: Deriyê sînorî yê Pêşabûrê vekirî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Deriyê sînorî yê Pêşabûr yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de îro danê sibê dejimêr 09:00, bi awayekî fermî dubare hat vekirin.

Rêveberê Deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ji K24ê re ragihand, derî îro bi awayekî fermî di navbera her du aliyan de li pêş rêwiyan, xelkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê, xwediyên îqameyên biyanî û karsazan hatiye vekirin.

Diyar kir jî, derî li gorî pergala berê, her kesê ku bixwaze di vî deriyî re derbas bibe, dikare serlêdana serhêl (online) bike û piştî pejirandinê, bi rengek normal derbas bibe.

Berbuharî destnîşan kir jî, derî li tevgera bazirganiyê jî hatiye vekirin.

Deriyê sînorî yê Pêşabûrê/Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye û ji destpêka sala 2013na ve, bi fermana Serok Mesûd Barzanî ji bo alîkariya gelê Kurdistanê yê li Sûriyê hatiye vekirin. Roja 11ê Gulana borî jî hatibû girtin û piştî 25 rojan îro dîsa hat vekirin.