Tirkiye kuştin 12 şervanên YPGê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Bergevaniyê ya Tirkiyê kuştina 12 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Şehbayê radigihîne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Bergevaniyê ya Tirkiyê, piştî ku şeva borî pênç mûşek li nêzikê Deriyê Sînorî ya Oncûpinar/Bab El-Selamê ya di navbera Tirkiye û Sûriyê de ketibû, artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina dordora gundên bajarokê Tel Rifatê kiribû.

Wezareta Bergevaniyê ya Tirkiyê di diyar kir, di encama topbarankirinê de 12 şervanên YPGê canê xwe ji dest dane.

YPGê heta niha di derbarê van êrîşên Tirkiyê de çi daxuyanî nedaye.

Ev yek di demekê de ye, Navenda Ragihandinê ya YPGê duhî ragihandibû ku droneke Tirkiyî êrîşî hêzên wan li navçeya Ehdasê kir û di encamê de 3 şervanên wan canê xwe ji dest dane û 2 şervanên din jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir, artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi wê ve şeva borî gundê Beylûniyê û derdora Til Rifat li herêma Şehbayê gundê Bînê yê navçeya Şêrawa û gundên Maranazê Şewarga, Malkiyê û Tat Mereş ên li navçeya Şara ya Efrînê bombebaran kirin.

Amaje bi wê yekê jî kir ku zêdetir ji 60 topî li herêmê ketine û di dema êrîşê de dronên artêşa Tirkiyê li asmanê Efrîn û Şehbayê difiriyan.