Bi amadebûna Mesrûr Barzanî Dîdar û Hefteya Tenduristiyê ya Kurdistan – Urdinê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Dîdar û Hefteya Tenduristiyê ya Kurdistan – Urdinê li Hewlêrê dest pê kir.

Di destpêka Dîdarê de Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Barzanî di gotarekê de got: “Di dema borî de Urdin piştgirekî mezin bû ji Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê tenduristiyê de.”

Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di warê tenduristiyê de gelek pirsgirêk hene, bi taybetî ji ber hebûna hejmareke mezin ya penaberan li Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê em bang li Hikûmeta Iraqê û Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê dikin ku piştgiriya sektora tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bikin.”

Dr. Saman Berzincî da zanîn, “Kabîneya Nehem dest bi pêngavên çaksaziyê yên di sektora tenduristiyê de kiriye.”

Destnîşan kir jî: “Bo yekem car li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê, Urdinê bawerî da 9 nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê, ji bo ku weke navendên perwerde û pisporiyê bên naskirin.”