Doza Adnan Selçuk Mizrakli bo 11ê Îlonê hat paşxistin

Îro li Dadgeha Diyarbekirê doza Serokê Şaredariya Mezin a Diyrbekirê Adnan Selçuk Mizrakli birêve çû.
Adnan Selçûk Mizrakli
Adnan Selçûk Mizrakli

Diyarbekir (K24) - Îro li Dadgeha Diyarbekirê doza Serokê Şaredariya Mezin a Diyrbekirê Adnan Selçuk Mizrakli ku di 19’ê Tebax a 2019’an de ji peywirê hatibû dûrxistin û di 21’ê Cotmeha 20219’an de jî hatibû girtin, birêve çû. Biryara nû ya dadgehê ji bo meha Îlonê ya 2023’an hat taloqkirin.

Baroya Diyarbekirê, Komeleya Mafên Mirovan a Diyarbekirê û endam û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê; piştî biryarê li ber deriyê edliya Diyarbekirê daxuyaniyekî belav kirin û ragihandin ku li Tirkiyê pîvanên hiqûqî li hember Kurdan û îradeya wan tên bipê kirin.

Parlamentera HDPê Meral Daniş Bêştaş anî ziman ku wek rêvebirên partiya wan, şarêdarên wan jî bi daxwaza deshilatdarên Tirkiyê, dîl hatine girtin û tu pîvanekî hiqûqî di doza Selçîk Mizrakli de jî li ber çav nehatiye girtin. Bêştaş anî ziman ku ‘li ser îftirayên kesekî Mizrakli hatiye girtin û niha derewbûyîna wan hemû îftirayan jî diyarbûye, lê hatiye xwestin ku Mizrakli 4 mehên din jî dîlgirtî bimîne û dadgehê jî wê daxwazê bicîh kiriye.’.

Adnan Selçuk Mizrakli di meha Îlonê ya 2020’an de bi 9 sal û 4 meh û 5 rojan cezayê girtigehê hatibû cezakirin û ew ceza ji aliyê Dadgeha Heremî ve jî hatibû pejirandin. Lê parêzerên Mizrakli dozê biribûn Dedgeha Daraza Bilind a Tirkiyê û Dadgeha Daraza Bilind biryara ku hatiye dayîn wek hiqûqî nedîtibû û xwestibû ku doz ji nû ve bê destpê kirin. Îro jî doza nû birêve çû û Adanan Selçuk Mizrakli bi pergala SEGBÎSÊ ji girtîgeha Edîrneyê beşdarî dadkirinê bû. Piştî ku belgeyên nû û parastina dosya Mizrakli hat kirin, doz ji bo 11’ê Îlonê hat taloqkirin.