Îbrahîm Reîsî: Berjewendî û dijminên hevbeş ên Îran û Venezuelayê hene

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihand, pêwendiyên Îran û Venezuelayê tenê li ser asta dîplomasiyê nîne, pêwendiyên du welatên wisa ne ku berjewendî û dijminên wan ên hevbeş hene.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihand, pêwendiyên Îran û Venezuelayê tenê li ser asta dîplomasiyê nîne, pêwendiyên du welatên wisa ne ku berjewendî û dijminên wan ên hevbeş hene.

Îbrahîm Reîsî di konferanseke rojnamevanî de ligel Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro li Karakas ragihand, asta hevahengiya aborî ya du sal beriya niha 600 milyon Dolar bû, lê belê îro asta bazirganî û hevahengiya aboriyê ji 3 milyar Dolar zêdetir e.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ragihand, Îran wek yek ji zilhêzên herî mezin ên nûgihîştî di cîhana nû de roleke girîng dilîze.

Îbrahîm Reîsî pêştir li ser serdana xwe ya bo Venezuelayê ragihandibû, ev serdan dibe ku bibe xala werçerxanê ji bo baştirkirina asta pêwendiyên navbera Îran û welatên Amerîkaya Latîn.