Weşanên Peywendê Hemû berhemên Cîhan Roj weşandın

Nivîskar Cîhan Roj
Nivîskar Cîhan Roj

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi rêvebirina Weşanên Peywendê,  bi boneya 30 salîya nivîskarîya Cîhan Roj, hemû berhemên wî hatin derxistin.

Nivîskarê kurd, di sala 1993 an de dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî dike. Heta niha, 10 roman,  5 helbest,  yek ji wan bi tirkî û yek ji çîrokên bijare bi tevahî 5 heb kitêbên çîrokan bi tevahî 21 berhemên Cîhan Roj hatine weşandin. Romana bi navê "Perde" di tirkî de bi navê "Mahrum" hatiye wergerandin.

Pirtûka wî ya yekem a helbestan di sala 2002'an de hat weşandin. Li gelek rojname, kovar û malperên bi kurdî ji karwaniyên ceribînên xwe ên edebîyata sêwirînî û ji xwendinênn xwe ên pêvajoyan, derheq edebîyata kurd de nivîsî nivîsîne."Edebiyata Modern a Kurdî", ji bo çarçoveya 15 hefteyî, her hefte di Rudaw Radyoyê de, di bernama "Wêjevan"ê de bûye mijar.

Darblêdanên nivîskêr her li têgeha “bîrxistinê” ye, pê re jî hewl dide detay zindî bimînin, hukum û tesîrên detayan bên bala xwendevanên wî.

Di destpêka romana "Perde" de, wisa hatîye nivîsîn: "Em bi zimanê xwe li xeyalên xwe digerin, bi xeyalên xwe li zimanê xwe digerin.”

Nivîskar dibêje ku her ziman û çand bi reng û taybetiyên xwe ne, kesên ku dikarin çanda kurdî bi rengekî xwe li edebiyata cîhanê bifikirin, gelek girîng in.

Ew dibêje ku edebiyata kurdî û edebiyata kurd, exlebe di sed salên dawî de, ji ber qedexe û pêkutiyan wekî "hêtîmê demên modern" bû. Li alî din,  ew balê dibe ser derfetên têkiliyên kurdî û zimanên qedîm ên derdora kurdî,  destanên kurdî, folkloreke pir zengîn û bingehên mezin ên klasîk, bi sedan hezar peyvên kurdî, bi deh hezaran biwêj, têkiliyên bi bawerîyên cuda re, hukmê dengbêjî û mûzîkê, lîrîzma di kurdî de, exlebe rastiyên şevbuhêrkan û zêdekirinên wê ên li vegotinê…

Nivîskar destnîşan kirye ku Yaşar Kemalê li dunyayê navdar e, derheq çavkaniya şêwaza xwe de Evdalê Zeynikê û hêza û taybetiya vegotineriya dêya xwe nîşan dane, ev muhîm e û li me dîtina rastî û detayên wisa ferz dike. Şikil û îfadeyên bi kurdî ên biwêjî, lîrîzma kurdî, tesîra îfadeyên eşqê û ên dengbêjîyê, ahenga îfadeyê hem derfetan pêşkêşî nivîskariyê dike hem jî dibe sebebê moral û wêrekiya qeleman. Cîhan dibêje, pir balkêş e, di berhemên çanda devkî de, di destanan de dengeyek di navbera hest û aqil de tê dîtin! Îro ew bi hewl e  ku roman ji alî şikil ve jî xwe pêş ve bibe, xwe ji qalib, jiber û nostaljîyê bike, di vegotinerîya êşê de jî dengeya hest û aqilê were dîtin. Bi kurtî, meriv dikare behsa berhemên wî bike:

Di Gîtara Bê Têl û Serkêş de, ew rewş û çîrokên mirovên çûne bixwînin û xwe xilas bikin têne dîtin; tê dîtin piştî ew kes bûne xwedî pîşe hay jê çêbûne bê çi valahî mane di dilê wan de, ew çawa ji hezkirinê bêpar mane û a rast xwe xilas nekirine!

Perde û Meşa Morîyan de, balê daye rewşenbîriya kurd ku bê ew ji bo hêvîyên jîyaneke xweş çawa bi têkoşîn û fedekar bûne lê bi îhmalên piçûk re, bi nedîtin û nefikirîna li xwestekên zarokan re, çawa bûne sebeb vaalhî di dilê zarokên wan de bimînin!

Di roman Şeşaqil de, tîne bîra xwendevanên xwe bê hewes û xwesteka hezkirinê tenê ne bes e, di vê mirov bizane hez bike. Di romana dawî 7 Av 7 Agir 7 Derî  de, karaktera romanê Jîna bi pey dikeve mirovek bibîne û binase da ew mirov bihêle jê were hez kirin!

Di gelek romanên wî de , tesîra şer û pevçûnên çil salên dawî ên li takekes, detay encamên wî şerî, çîrokên li ruhê mirovan şop hiştî, rêwitîyên koçberîyê, mijarên dîrokî… têne dîtin. Li gorî rexnegiran di şîyîrên wî de dewlemendîya hêmayan heye. Dosya şîyîrê  a dawî Asê bi têmayên eşq û hezkirinê şikil girtîye, di wê dosyayê de awa û şiklê metnên dengbêjiyê bo şîyîrnivîsîna xwe kirine melzemeyên ceribê.

Di çîrokên wî de mijar bêhtir jin û jîyana jinên kurd in. Di metnên wîde hêmanên civakî, kulturî, takekesî cî digirin. Di çîrokên wî de bêhtir teknîka monologên navxweyî, zimanê tîr û bi hestek li cî tê dîtin. Di hin çîrokan de bi dubarekirin û bikaranîna hêmayan re hewl hatîye dayîn vegotin kûr be.

Li gorî wî hêvîyên derheq kurdî û edebîyata kurd de her diçin geş dibin. Ger astengiyên li pêşberî kurdî bi temamî werin rakirin ew ê bi ziman û edebîyatên din re jîyanê zengîntir bikin. Ew kêfxweşîya xwe tîne zimên ku Weşanên Peywendê di sî salîya nivîskariya wî de hemî berhemên wî weşandine. Bo her kes xwe bigihîne berhemên wî, bo xwendevanan jî gav avêtîye fîyetek kêm li kitêban xistîye. Nivîskar xwedîderketina li berhemên xwe sebebê moralê dihesibîne.

Cîhan Roj dibêje navê edebîyatê ê din, welatê hêvîyê ye, li wî welatî, ez bi zimanê xwe ê zikmakî, bi xeyalên gotinê, bi bîrxistinan hewl didim bibim yek ji rêwiyên hêvîyê!

Ji destpêka Edebîyata Modern a Kurdî:

“Xwezî, aniha, ne weke hêviyekê, weke fotografê edebîyata Kurdî a roja me, mi karibûya gotineke wisa lêkira:

Mîna ruhê Gilgamêş bêhizûr, weke Siyabend li pey kuştina felekê…”