5 leşkerên Sûriyê di êrîşên Tirkiyê de hatin kuştin û birîndarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên bakurê Helebê de, 5 endamên hêzên rêjîma Sûriyê hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro di demjimêrên sibehê de, artêşa Tirkiyê bi topên giran baregehên leşkerî yên hêzên rejîmê li gundê Şewarga yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê bombebaran kirin.

Da zanîn jî, di encamê de 2 endamên hêzên rêjîmê birîndar bûn û ji bo dermankirinê, bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand jî, duhî êvarî 3 endamên hêzên rêjîma Sûriyê di encama topbarana artêşa Tirkiyê de li derdora gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê de hatin kuştin.

Ev yek di demekê de ye, çend roj in artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, êrîşên xwe li ser navçeyên başûrê rojavayê Efrînê û bakurê Helebê yên ku di destê YPG û rêjîma Sûriyê de ne, zêde kirine.

Pêr 12ê Hezîranê jî otomobîleke leşkerî ya Rûsî li ser riya Um El-Hoş û Hirbil li bakurê Helebê ber bi topbarana artêşa Tirkiyê ketibû û di encamê de leşkerî Rûsî hatibû kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûbûn.