Belemeke koçberan li başûrê rojavayê Yûnanistanê binav bû: 78 mirî

78 koçberan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Belemeke koçberan li başûrê rojavayê Yûnanistanê binav bû û 78 koçberan canê xwe ji dest dan.

Îro Çarşemê 14ê Hezîrana 2023an, li gor amarên herî dawî yên pasevaniya peravên Yûnanistanê ku belav kiriye, belemeke koçberan di şeva sêşemê de li başûrê rojavayê Yûnanistanê binav bûye û 78 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên çavkaniyekê ji Wezareta Koçberan a Yûnanistanê, belemeyek ku bi sedan koçber hilgirtibû, bi dûriya 47 mîl ji peravên Yûnanistanê di avên navdewletî de wergeriyaye, herwiha 104 kes hatine kirin, ku çar kes ji wan bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.