Li Kanadayê di bûyereke trafîkê de 15 kesan canê xwe ji dest dan
Hewlêr (K24) – Li navçeya Manitoba ya li naverasta Kanadayê di bûyereke trafîkê de herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Polîsê Manitoba ragihandiye, bûyer di navbera otobusek û otomobîleke taybet de rûdaye û 15 kesan canê xwe ji dest dane û 10 kesên din jî birîndar bûne, ku rewşa tendirustiya beşek ji wan necîgir e.
Li gor lêkolînên polîsan, ew otobusa ku rastî bûyerê hatiye, otobusa astengdaran bûye û hejmara rêwiyên wê jî 25 kes bûye.
Rêveberê Cîbicîkar ê Xizmetguzariyên Tendirustiyê ragihandiye, 12 ambulans û helîkoptereke hawarçûnê gihîştine cihê bûyerê.