Li Wanê erdhejeke bi pileya 4.1 rûda

Li navçeya Tuşba ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.1 li ser pîvera Richterê rû da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Tuşba ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.1 li ser pîvera Richterê rû da.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Tuşba ya parêzgeha Wanê bi hêza 4.1 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 12:54 xulekan de û 7,01 kîlometre di bin erdê de rû daye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.