Li Zaxo 1emîn Festîvala Şal û Şepikan birêve diçe

Beşdarên ji bajarên Hewlêr, Duhok, devera Barzan, Zaxo, Şirnex, Akrê û Amêdiyê bo dema rojekê, dê çendîn cilûbergan pêşkêş bikin.

Zaxo (K24) – Li bajarê Zaxoyê 21ê vê mehê, 1emîn Festîvala Şal û Şepikan li hembêza Pira Delal birêve biçe, ku beşdarên ji bajarên Hewlêr, Duhok, devera Barzan, Zaxo, Şirnex, Akrê û Amêdiyê bo dema rojekê, dê çendîn cilûbergan pêşkêş bikin.

Rêveberê Rewşenbîrî û Hunerî yê Zaxoyê Dilxwaz Mûsa ku endamê Lijneya Rêvebirina Festîvalê ye, ji Kurdistan24ê re ragihand, armanca vê festîvalê, parastina cûreyên cilûbergên şal û şepik in û lixwekirina wan bibe kultûr û ji her kesî re zelal bikin ku ev cil û berg tenê yên çîneke diyarkirî ya civakê nînin.

Dilxwaz Mûsa diyar kir, yekem car pîşesaziya çêkirina van cilûbergan li Zaxoyê bûye û dîroka wê vedigere bo sedan salan berê, ku destpêkê cihûyan ev kar dikir û piştre jî Xirîstiyanên navçeyê ev kar domandine û niha jî beşek ji wan welatiyên deverê bi vî karî mijûl in.

Armanceke din a festîvalê, wek Rêveberê Rewşenbîrî û Hunerî yê Zaxoyê behs kir, nîşandana pêkvejiyana navbera ol û pêkhateyên navçeyê ye ku çendîn sal in bi tebayî û biratî bi hev re dijîn.

Dilxwaz Mûsa li ser dema birêveçûna festîvalê diyar kir, di demjimêr 18:30ê roja 21ê Hezîrana 2023an li Pira Delal dest pê dike û çendîn birgeyên cuda li xwe digre, pêşandana şal û şepikan bi beşdariya 15 ciwanan tê encamdan, piştre jî cilûbergên xak û kiras û fîstan ji aliyê 20 ciwanan ve têne pêşandan û tevî pêşandanê, çawaniya çêkirina wan jî tê eşkerekirin.