Li Bakur û Tirkiyê werzê perwerdehiya li dibistanan bi dawî bû
Diyarbekir (K24) - Di 16ê Heziranê de, li dibistanên seretayî û navîn yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê werzê perwerdehiyê yê 2022-2023’an bi dawî hat û xwendekaran karneyên xwe wergirtin. Di merasîman de bal hat kişandin ku perwerdehî ji bo paşeroja civakan girîng e û divê şert û mercên ku zarok bi awayekî tendurist û baş bên perwerdekirin bên dabînkirin.
Li dibistanên Diyarbekirê, wek li gişt bajarên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kelecana bi dawî hatina werzê perwerdehiyê ya îsal hebû.
Parêzgarê Diyarbekirê Alî Îhsan Sû jî beşdarî merasîma karnedayînê bû û ji bo werzê derbasbûyî wan pîroz kir, ji bo werzê nû jî serkeftin xwest.
Alî Îhsan Sû diyar kir: “Li bajarê me bi giştî li 1696 dibistanan 478 hezar xwendekar di kelecana wergirtina karneyanda ne. Zarokên me derbasî poleke nû bûn. Di werzên borî de, ji bo fêr bibin û xwe bipêş bixin hewlan dane û bi piştgiriya malbat û mamosteyan jî şiyanên xwe zêde kirine. Ez destxweşî li perwerdekar û malbatan dikim. Hêvîdarim betlaneyeke baş derbas bikin û di werzên nû de, şiyan û pêşketinên xwe berdewam zêde bikin.”
Perwerdekar jî balê dikşînin ku ji bo bipêşketina zarok û xwendekaran, divê derfet û binsazî bi awayekî tendurist û baş bê amade kirin, lê nebûyîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî di serî de, gelek kêmasî di pergala perwerdehiya Tirkiyê de hene.
Mamsote Fesîh Zîrek ji K24ê re diyar kir: “Pirsgirêka perwerdehiyê ya sereke, ev zarok nikarin bi zimanê zikmakî perwerdehî bibînin û ev pirsgirêkeke mezin e. Dîsa li dibistanên Amedê hemûyan pirsgirêka wan a zêdebûya xwendekaran heye. Polên ku 45-50 zêdetir xwendekar lê dixwînin hene û ev jî pirsgirêk e. Weke em dizanin, ji bo ku perwerdehiyeke bi rêk û pêk bê kirin, di polekî de divê herî zêde 25 xwendekar hebin.”
Malbat û zarok jî roja dawî ya werzê perwerdehiyê de, kelecaniya xwe ragihandin.
Welatiyekî bi navê Îdrîs Yakişikli ji K24ê re diyar kir: “Keça min Asmîn, ji pola yekem derbasî pola duyemîn bû. Em pir kêfxweş in. Îro ji ber ku hemû derbasî poleke nû bûne, bi kêf û şahî ne, îro roja wan e.”
Werzê 2022-2023an yê perwerdehiyê îro li Bakur û Tirkiyê xilas bû. Xwendekar jî sala xwe ya îsal temam kirin û dê bêhnvedanekî bikin û piştre jî amadekariya werzê nû bikin.