Li Mereşê erdhejk bi hêza 4 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî erdhejên 6'ê Sibatê yên li Mereşê, li herêma erdhejê erdhej didomin.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, di demjimêr 04.21an de erdhejeke bi hêza 4 pileyan rû da ku navenda wê Goksun e.

Diyar kir jî, erdhej 7 kîlometre di bin erdê de rû da.

Ji aliyekî din ve di 10 demjimêrên dawî de li Meletî û Edeneyê bi hêza 4 û jor, bi giştî 3 erdhej rû dan.