“Divê dewlet û pêşengên civakî ji bo ku bûyerên weka ya Bismilê dubare nebin berprisyarî bigirin”

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Bismila navçeya Diyarbekirê di navbera 2 malabatan de ji ber nakokî û aloziyên li ser zeviyan şer derketibû û ji herdû malbatan tevahî 10 kes hatibûn kuştin. Piştî bûyerê jî dilxwazên aşitiyê ku bûyerên bi vî rengî çareser kirine dibêjin; divê pêşengên civakî (rûsipî) û berpirsyarên dewletê ji bo ku karasatên wiha çênebin berpiryariyan bigirin û beriya ku şer rû bide, aşitiyê di nav alîyan de çêbikin.

Li Bismila navçeya Diyarbekirê, ji ber nakokiyên li ser zeviyeke 200 donimî nakokî û aloziyên ku bi dehan sala bû berdewam dikir, bû sedema şerê du malbatan û kuştina 10 kesan ji herdû malbatan.

Yahya Kamçi, yek ji wan kesan e ku di Komisyona Lihevanînê ya Saîd Ozşanli yê rehmetî de cîh girtiye û komisyona wan 1170’yan zêdetir nakokî û buyerên din av aliyan de, bi rêyên aştiyane çareser kirine. Yahya tîne ziman ku divê ewil reyadarên dewletê berpirsyarî bigirin û bi kesên heremê re beriya ku alozî çêbibin, nakokiyan çareser bikin.

Yahya Kamçi ji K24ê re got: “Ji bo pêşîlêgirtina buyerên wiha divê dewlet hinek tevdîran bigire. Wek mînak divê komisyonan saz bike ku ji kesên pêşeng û rûsipiyên wan deveran tê debin. Tabî ne tenê li nav bajêr, divê li hemû navçeyan jî komisyonên wisa avakirin û divê ev jî bi destê dewletê bê kirin, dema ku bi destê dewletê nebe, pêşî lê nayê girtin û bûyerên wiha ku dilê me hemûyan pê diêşin jî berdewam dikin.”

Parêzerên ku doz û aloziyên nav malbatan çareser kirine jî radigihînin ku qanûn û destûr, gelek caran li gor rastiya meydanê nayên amadekirin û ew jî dibin sedema peydabûna nakokiyan. Loma jî divê ewil welatî bên agahdarkirin û piştre li gor pêwistiyan qanûn û destûr bên derxistin.

Parêzer Remzî Poksoy dibêje: “Ji bo pêşîlêgirtina van bûyeran, rêvebirên heremî yên fermî û pêşengên civakî divê bi hemahengî hewlan bidin. Gelek dozên hiqûqî yên ku ev 20-25 sal e berdewam dikin hene. Ez dixwazim balê bikşînim ku ew nakokiyên di dozên Tapû-Qadastroyê de jî ciyê metirsiya rûdana buyerên alozin. Ji bo pêşîlêgirtina van buyeran qanûn jî tên derxistin, lê ew qanûn, çiqas dikarin bikevin meriyetê divê em li wê rastiyê binihêrin. Loma jî divê ewil cotkar, gundî û welatî bi awayekî zelal û baş bên agahdarkirin û qanix kirin û hêj ew qanûn bên derxistin.”

Li Bismila navçeya Diyarbekirê 2 malbatan li ser zeviyekî lihev xist û ji herdu malabatan 10 canê xwe jidest dan. Niha jî hemû pêşeng û rayedarên li Bakur û Tirkiyê ji bo bûyerên wiha dubare nebin, hewlên xwe didin.