Li Akrê yekem haleta taya xwînberbûnê hat tomarkirin

Tendirustiya Akrê tomarkirina yekem haleta pêketina taya xwînberbûnê li sînorê Akrê ragihand. Herwiha eşkere kir ku rewşa tendirustiya kesê pêketî baş e û ji nexweşxaneyê derketiye.

Hewlêr (K24) – Tendirustiya Akrê tomarkirina yekem haleta pêketina taya xwînberbûnê li sînorê Akrê ragihand. Herwiha eşkere kir ku rewşa tendirustiya kesê pêketî baş e û ji nexweşxaneyê derketiye.

Roja Sêşemê 20ê Hezîrana 2023an, Berdevkê Tendirustiya Akrê Nêçîrvan Herkî ragihand, nexweş zilamekî 55 salî ye û nişteciyê nahiya Dînarte te, ku beriya çend rojan pişkinînê wî bo Bexdayê hatibûn şandin û vê êvarê encama wê vegeriya û derket holê ku bi nexweşiya taya xwînberbûnê ketiye.

Berdevkê Tendirustiya Akrê Nêçîrvan Herkî eşkere kir, niha tendirustiya wî kesî baş e û ji nexweşxaneyê derketiye û bo malê hatiye şandin.

Ev di demekê de ye ku roja Sêşemê 6ê Hezîrana 2023an, Rêveberê Nexweşxaneya Azadî ya Duhokê Segvan Doskî ji Kurdistan24ê re ragihand, îro danê sibê xortekî 27 salî li Nexweşxaneya Azadî ji ber nexweşiya taya xwînberbûnê canê xwe ji dest da.

Segvan Doskî diyar ku ew xort nişteciyê nahiya Başîkê ya ser bi parêzgeha Neynewayê bû û pez û çêlek xwedî dikirin.

Roja Duşemê 5ê Hezîrana 2023an, Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê Seyf Bedr ragihand, heta niha 20 kesan li Iraq û Herêma Kurdistanê ji ber nexweşiya taya xwînberbûnê canê xwe ji dest dane. Herwiha tekez jî kir ku rewşa nexweşiyê di bin kontrolê de ye û heta niha bi sedan kes ji vê nexweşiyê baş bûne.

Taya Xwînberbûn, nexweşiyek e ji ajalan bo mirovan tê vegirtin, herwiha weke "vîrusa Kongo" jî tê nasîn û %40ê pêketiyên vê nexweşiyê, metirsî li ser jiyana wan dirust dibe.

Ji bo dermankirina vê nexweşiyê, divê testên xwînê bêne kirin û nexweş ji nexweşên din were veqetandin, ji ber ku dibe nexweşî bi rêya pelandin, xwîn û pîsatiyê derbasî kesên din bibe.