Li Diyarbekirê di pevçûnekê 2 bira hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê di pevçûneke di navbera du koman de, 2 bira hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê, li marketeke navçeya Rezan di navbera du komên ku berê jî şer kiribûn de, pevçûn derket.

Di pevçûnê de, 2 bira bi guleyên çekan hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Parêzgariya Diyarbekirê jî derbarê bûyerê de di daxuyaniyekê gotin, “Îro saet derdora 12.30’an de li navçeya Rezan ya Diyarbekirê ji ber dijminahiya di navbera wan de, kesekî bi navê (M.K) ku yek ji nobedarê bazar û taxê ye û ser bi Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê ye bi çek, du birayên hevdu ku navên wan K.K û H.K ne kuştin. Hat zanîn ku (K.K û H.K) jî nobedarên bazar û taxê ne.”

Da zanîn jî, gumanbar (M.K) bi çeka ku di bûyerê de bi kar aniye, hat desteserkirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsînê dest pê kiriye.