Pispor: Rewşa Tirkiyê ji bo nivîsandina destûreke nû guncav nîne

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destûreke nû ya bingehîn dîsa di rojevê de ye. Ji aliyê hemû partiyên siyasî û aliyên civakî ve pêwîstiya Destûreke Bingehîn a nû bê bilêvkirin jî, Partiyên desthilatdariyê vê pêwistiyê bi dengên bilind bilêv dikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destûreke nû ya bingehîn dîsa di rojevê de ye. Ji aliyê hemû partiyên siyasî û aliyên civakî ve pêwîstiya Destûreke Bingehîn a nû bê bilêvkirin jî, Partiyên desthilatdariyê vê pêwistiyê bi dengên bilind bilêv dikin. Hiqûqnas û pisporên Destûrên bingehîn, rewşa niha ya Tirkiyê û atmosfera siyasî ji bo derxistina destûreke nû guncav nabînin, lê ji bo xweşkirina bingeha amadekirina Destûra Bingehîn a nû jî wan gotar û hewldanan girîng dinirxînin.

Li Tirkiyê di her serdemê de, ji bo çareseriya dubendî, cudagirtin û rakêşiyên civakî pêwsitiya Destûreke Bingehîn a nû rojevê germ dike. Lê hemû aliyên siyasî û civakî behsa destûreke nû bikin jî, tiştên ku jê çaverê ne, wek rastiya civakê jihev cuda ne.

Fazil Husnû Erdem ku di Pêvajoya Aştî û Çareseriyê de jî yek ji Mirovên Aqilmend bû, radigihîne ku her çiqas li Tirkiyê amadekirina Destûreke Bingehîn a nû wek çareseriya pirsgirêkan bê destnîşankirin jî, rastiya li nav civakê wisa nîne.

Pisporê Destûra Bingehîn Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem ji K24ê re diyar kir: “Piştî sala 1982’an ku  Destûra Kudetayê hatibû derxistin, her çiqas guhêrin li ser hatibin kirin jî, pêwistiya Destûra Bingehîn her tim di rojeva Tirkiyê de ye. Li Tirkiyê hêviyên romantik ji destûra nû tên kirin, lê ev rast nîne. Yanî weka ku efsûna destûra nû heye ku hemû pirsgirêk pê çareser dibin, lê ev nêzikayî rast nîne. Yanî ji bo çareseriya pirsgirêkan Destûrên Bingehîn girîng in, lê gelek xalên girîng di destûrêde hene ku niha bê wate bûne. Loma jî ji bo ku destûreke nû bê amadekirin jî, divê demokrasî û azadiyên civakî hebin ku her kes bikare, daxwazên xwe îfade bike. Lê li Tirkiyê rewşeke wisa nîne û rakêşî di navbera aliyên siyasî de heye ku yek ji tiştekî re dibêje ‘sipî’ aliyê din dibêje ‘reş’. Yanî welatê Tirkiyê ji ber pirsgirêkên xwe, ji çêkirina Destûreke Bingehin ku   hemû civakê razî bike dûr e. Lê hewldanên Destûreke nû ji bo çareseriya pirsgirêkan û çêkirina destûrê dikare binesaziyê peyda bike.”

Akademisyenên Hiqûqê û Çavdêrên Siyasî jî balê dikşîne ku her çiqas partiyên desthilatê çêkirina destûreke nû bilêv bikin jî, nikarin bi tenê wê derbixin, loma jî divê opozisyona jî bi daxwazên xwe di nav de be.

Doç. Dr. Vahap Coşkun ji K24ê re diyar kir: “Di kîjan aliyan de pêwistî bi guhartinan heye, pêwist e ku gelek tişt bên guhartin. Wek mînak dema pirsa Kurd li ber çavan bigirin; 3 xalên serekî hene ku divê guhartinên esasî tê de çêbibin. Meselaya perwerdehiya bi zimanê zikmakî, hem jii bo Tirkiyê, hem jî ji bo Kurdan xaleke girîng e. Yan jî rêvebiriyên heremî wê di destûra nû de çewa bê sereraskirin divê ji nû ve bê tanzîmkirin. Dîsa tarîfkirina hemwelatîbûnê dê çewa bê kirin, divê di destûrê de bê guhartin. Yanî dema ji aliyê meseleya Kurd ve dema bifikirin, guhartina van hersê xalan elzem e.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêwistiya bi destûreke nû ji aliyê hemû aliyên cuda ve tê bilêv kirin. Lê kî ji wê destûrê çi çaverê dike? Di wî warî de cudahî di navbera hemû aliyan de heye. Pisporên destûrên bingehîn jî radigihînin ku ji destûreke bingehîn bêtir, niha dikare cudahî û nakokiyên li nav civakê bên çareserkirin û rê bê xweşkirin  da ku ew hemû alî li ser destûreke nû ya bingehîn lihev bikin.