Dadgeha Enqerê doza aşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî red kir

Diyarbekir (K24) – Dadgeha Enqerê doza aşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî red kir. Rêvebirên Komeleya Şêx Seid û parezerên dozê jî dibêjin, ew ê pêvajoya hiqûqî ya diyarkirina cihê gorên nirxên gelê Kurd bidomînin.

Komeleya Şêx Seid; ji bo dîtin û diyarkirina gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn bidarvekirin; doz li Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê vekiribû û daxwaz kiribûm ku cihê gora Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî bên aşkere kirin. Lê îro li Enqerê dadgehê bi hinceta ku di arşîva wan û belgeyên fermî de agahiyeke wiha tune ye, dozê red kir.

Rêvebirên Komeleya Şêx Seid û parezerên dozê jî li ser medya civakî ragihandin, bêyî ku lêkolîneke bi rêk û pêk bê kirin, doz hatiye redkirin, lê ew ê pêvajoya hiqûqî ya diyarkirina cihê gorên nirxên gelê Kurd, berdewam bikin heta ku encamên hiqûqî bên bidest bixin.

Di meha Sibat a sala 2022'an de ; Komeleya Şex Seid û parêzerên ji Baroya Diyarbekir ji bo ku belge û zanyariyên ciyên gorên Pêşengê Kurd Sex Seîd û 46 hevalên wî yên ku bi biryara Dadgehên Îstîqlal yên Rojhilat hatibûn darvekirin seri li Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê dabû.

Ji ber ku Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê di wexta diyarkirî ya hiqûqî de bersiv nedabû jî di Nisan a 2022'an de Komeleya Şex Seîd pêvajoya hiqûqî dabû destpê kirin û li Dadgeha Îdarî ya Anqereyê di derheqê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê doz vekiribû.