ÎHDê li hember betalkirina Doza Licê bertek nîşan da

Di 22ê Cotmeha 1993’an de li Licêya nevçeya Diyarbekirê ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve li gel ku 14 ji wan kesên sivîl bûn, 16 kes kuştibûn û bi dehan mal û kargehan jî sotandibûn
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Diyarbekirê bi daxuyaniyekî bal kişand ser betalkirina Doza Licê ku di 22’ê Cotmeha 1993’an de li Licêya nevçeya Diyarbekirê ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve li gel ku 14 ji wan kesên sivîl bûn, 16 kes kuştibûn û bi dehan mal û kargehan jî sotandibûn. Hat ragihandin ku tawanbar ji aliyê dewletê ve tên parastin û loma jî heman tawan hêj jî  berdewam dikin.

ÎHD ya Diyarbekirê, daxuyandiye ku li gel bi salan in,  doz hatiye vekirin, lê tenê yek tawanbarekî dozê hatiye destnîşankirin û piştî ku ew jî miriye, hemû kirin û kiryarên ku li Licê hatibûnkirin wek li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hatine kirin û bê ceza mane. Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ku kirin û kiriyarên vê dozê jî ji aliyê pergala Tirkiyê ve hatine parastin û bê ceza mane.

Dîsa di daxuyaniya komeleyê de, bal tê kişandin ku tawan û kirinên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ku li bajarên Bakur dikin, ji aliyê berpirsyar, daraz û dadgehan ve tên parastin û loma jî ew tawan bi awayekî sistematik berdewam dikin.

Bang û daxwaz hatiye kirin ku polîtîqayên parastina tawanbaran bên guhartin û tawanên ku li bajêrên heremê hatine meşandin bê ceza neyên hiştin û pêşî li tawanên nû ku tên kirin jî bên girtin.