Fermandarê Grûpa Wagner bo Putin: Em ê te dûr bixin û serokekî nû hilbijêrin

Piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di gotarekê de li Koşka Kremlînê ragihand, grûpa Wagner li gelê Rûsyayê xiyanet kiriye, Fermandarê Grûpa Wagnerê Yevgeniy Prigojin di daxuyaniyekê de bersiva Putin da û got: “Rêya ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin daye ber xwe, şaş e.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Grûpa Wagnerê Yevgeniy Prigojin dibêje, "Em ê di demeke nêz de serokekî nû ji bo Rûsyayê hilbijêrin û Serokê niha yê Rûsyayê Vladimir Putin ji kar dûr bixin".

Piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di gotarekê de li Koşka Kremlînê ragihand, grûpa Wagner li gelê Rûsyayê xiyanet kiriye û divê bi awayê herî tund werin cezakirin, Fermandarê Grûpa Wagnerê Yevgeniy Prigojin di daxuyaniyekê de bersiva Putin da û got: “Rêya ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin daye ber xwe, şaş e.”

Yevgeniy Prigojin di daxuyaniya xwe de gotara Putin wek “bêhêvîbûn" bi nav dike û dibêje, Putin di demeke nêz de neçar dibe ku dest ji postê xwe bikşîne ji ber vê rêya şaş ki daye ber xwe.

Îro Şemiyê 24ê Hezîrana 2023an, Serokê Rûsyayê Valdimir Putin di gotarekê de ku li Koşka Kremlînê pêşkêş kir, bersiva gefên Fermandarê Grûpa Wagnerê Yevgeniy Prigojin da û got: “Em serxwebûn û neteweya xwe diparêzin, ew parêzgariya wê yekê dikin ku em Rûsya ne. Ev rewşa ku niha em tê re derbas dibin, pêwîstiya wê bi hewla hemû aliyan heye. Divê em dest wan mijaran berdin ku welatê me lawaz dikin.”

Vladimir Putin dibêje, grûpa Wagnerê bi piştevaniya hejmarek welatan dixwaze welatê xwe lawaz bike û dibêje: “Grûpa Wagner dixwaze wê serkeftina mezin a li Ukraynayê hatiye bidestxistin, jinav bibe.”

Derengê şeva Înê 23ê Hezîrana 2023an, Fermandarê Grûpa Wagner Yevgeniy Prigojin di tomareke dengî de bi fermî şerê dijî artêşa Rûsyayê ragihandiye û diyar dike ku hejmara wan 25 hezar kes in û dixwazin gelê Rûsyayê azad bikin ji vê sîstema li Moskowê hikum dike.