Karsazên Bakur: Divê dewlet bacê ji mûçeyan wernegire

Kêmtirîn mûçe li Tirkiyê îsal cara duyemîn hat zêdekirin. Lê ji ber giranbûyîna kel û pelan, sendiqayên karker û karmendan wê mûçeyê kêm dibînin û karsaz jî balê dikşînin ku giranbûyîna barê karsazan dê bibe sedema zêdebûyîna bêkariyê.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Kêmtirîn mûçe li Tirkiyê îsal cara duyemîn hat zêdekirin. Lê ji ber giranbûyîna kel û pelan, sendiqayên karker û karmendan wê mûçeyê kêm dibînin û karsaz jî balê dikşînin ku giranbûyîna barê karsazan dê bibe sedema zêdebûyîna bêkariyê. Daxwaz ew e ku bacên li ser kêmtirîn mûçeyê bên rakirin da ku hem barê kompanya û karsazan sivik bibe, hem jî welatî bikarin zêdetir pare bistînin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kêmtirîn mûçe, hem ji bo teqrîben ji %50’ê civakê ku rastewxwe eleqeder dike, hem jî ji bo giştî piyaseyê xwedî bandor e. Loma jî zêdebûyîna moçeyê hem karker û karmendan, hem kardêr û karsazan ji nêzîk ve eleqeder dike.

Rêvebirên Sendîqayên kerker û karmendan balê dikşînin ku li Tirkiyê asta xizaniyê ji 33 hezarî derbas bûye û asta birçîbûnê jî ji 10 hezarî derbas bûye, loma jî kêmtirîn muçe hindik e ku her roj jî bihayê her tiştî zêde dibe.

Serokê Şaxa Duyem a Sendîqaya Giştî ya Karker û Karmendan (DÎSK) a Diyarbekirê Kamuran Taş ji K24ê re diyar kir: “Asgarî ucet ji 8 hezar 500’î derketiye 11 hezar 400 lîre. Bi rastî dema mirov vê zêdebûnê dibîne, zêde xuya bike jî, lê belê dema ku mirov dikeve dan û sitendinan, mirov dizane ku gelek kêm e jî. Li gorî lêkolînên ku sendîqayan kiriye, encamek wiha diyar dibe : ku kesekî ezeb be, ji bo bikare debara xwe bike, divê herî kêm 13 hezar lire mehane pare bidestve bîne.  Hem ji bo kesekî ezeb, hem jî ji bo malbateke 4 kesî ji bo bi mûçeya 11 hezar û 400 lîre debar bike, divê bikeve pirtûka rîkordan a ginnesê.”

Karsaz jî wek sendiqayan difikirin û radigihînin ku li gor hêza kirînê be, ev mûça kêm e jî, lê dema ku mûçe zêde dibin jî maliyeta her tiştî zêde dibe û hemû civak ji viya bandorên ne baş dibîne. 

Karsaz Husnu Pervane ji K24ê re diyar kir: “Bi taybet li ser Karsazan din av sal û nivekî de ji %300 xercên karmendan zêde buye. Karsaz jî çi hiberîn û xizmetan dikin li ser hemûyan zam kirine û her tişt gelek zêde bûye. Nanekî bi 2 lîre bû niha buye 10 lîre. Kesên ku alet û deriyan çê dikin, deriyekî 1000 lire bû niha buye 4 hezar lire. Bi rastî em viya dixwazin, divê dewlet barê li ser karsazan bigire. Em nabêjin bila muçeyê karmendan bide, lê dikare bac û xercên muçeyan nestîne.”

Li Tirkiyê û Bakur cara duyemîn kêmtirîn mûçe hat zêdekirin. Karsaz jî sendiqayên karker û karmendan jî balê dikşînin ku zêdekirin ferz bû û divê ew zêdebûyîn bihata kirin, lê divê dewlet jî wan bac û xercên ku ji muçeyan distîne, nestîne da ku bêkarî û pirsgirêkên nû peyda nebin.