Îtalya: Me ji bo nûjenkirina Bendava Mûsilê pere dabîn kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê Mouritsieo Krikanti ragihand, ligel Hikûmeta Iraqê hevkariyeke me ya mezin heye li ser mijara av û birêvebirina wê.
Mouritsieo Krikanti ji ajansa nûçeyan a Iraqî re ragihand: “Hikûmeta Îtalyayê pere ji bo nûjenkirina Bendava Mûsilê dabîn kiriye û destkefteke mezin bi dest xistiye derbarê wê bendavê de, ew jî kompaniyeke Îtalî ev kar kiriye.”
Krikanti eşkere kir: “Me ev proje bi hevahengiya ligel Neteweyên Yekgirtî ji bo pêşvebirina pîşesaziyê dabîn kiriye û me silametiya bendavên Iraqê baştir kiriye.”
Balyozê Îtalyayê dibêje: “Hikûmeta Îtalyayê alîkariya Iraqê kiriye, herwiha beşa silametiya bendavên niştimanî li Wezareta Çavkaniyên Avê damezrandiye.”