Li Kenyayê di bûyereke trafîkê de 48 kesan canê xwe ji dest dan

Li welatê Kenyayê di bûyereke trafîkê ya dijwar de herî kêm 48 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li welatê Kenyayê di bûyereke trafîkê ya dijwar de herî kêm 48 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Polîsê Kenyayê ragihand, li rojava barhilgirek ji kontrola şofêrê xwe derketiye û li 8 wesayîtan qelibiye û di encamê de herî kêm 48 kes mirin û 30 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Fermandarê Polîsê Navxweyî yê Kenyayê Cheoffrey Mayek ragihandiye, bûyera trafîkê di navbera bajarokên Kiriko û Nakuri yên li rojavayê Kenyayê rû daye û got, “Heta niha, em dikarin piştrast bikin ku 48 kes mirine û em guman dikin ku yek du kes di bin otomobîlan de mabin.”

Cheoffrey Mayek li ser birîndaran jî diyar kiriye ku 30 kes bi giranî birîndar bûne û gotiye, “Dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.”