Elîf tûran: Kurd nikarin wek pêwist şînên xwe bikin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di 751 emîn çalakiya Dayîkên Şemîyê ya vî hefteyî de, Seroka Jûra Bijîşkan (TTB) a Diyarbekirê Elîf Tûran beşdarî kir û piştî ku Dr. Recai Aydinê ku di 2’ê Tîrmeha 1994’an de, hatiye revandin û windakirin bibîr anî bale kişand ku Kurd nikarin wek pêwîst e şîn û teziyên xwe jî temam bikin.

Seroka Jûra Tabîban a Diyabekirê Elîf Tûran got: “Em her di pêvajoya şînên ku nehatine tamamkirin de ne û em naşên şînên xwe wek pêwist temam bikin. Ji ber ku ji bo pêvajoyên şînê temam bibin, hin rîtuelên ku divê bene kirin hene, lê mixabin; dev ji kêliyên goran berdin em nikarin term û hestiyên miriyên xwe jî peyda bikin û loma jî pêvajoya me ya şînê her berdewam e.”

her wiha got: “Rojek dayîkeke Şemiyê ji vê derê wiha gotibû: ‘em her carê ku tên vê derê, weka ku em diçin ser gora xizmên xwe yên windayî hêst dikin. Belê di rastiyê de daxwazên me, daxwazên hêsan û mirovî ne, em dixwazin, kêliyeke gorê ya miriyên me hebin da ku em bikaribin şîn û teziyên xwe temam bikin.”