Îsraîl bi mûşekan êrîşî derdora Humsê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê bi mûşekan hin xalên din li derdora bajarê Humsê kirin armanc û jêderekî leşkerî yê sûrî jî dibêje, ziyan tenê madî bûne.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderî leşkerî ragihand, Îsraîlê îro demjimêr 12:20 ji aliyê bakurê Beyrûtê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên li derdora Hunsê kirin armanc.
Wî jêderî got jî, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê rûbirûyî mûşekên Îsraîlê bû û ziyan tenê madî bûn.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, devera ku hatiye armanckirin, wek devereke mîlîşyaya Hizbullaha Lubnanî tê zanîn û eger heye komgehên wê mîlîşyayê lê hebin.
Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.