Enflasyona bilind a Stenbolê bûye cihê metirsiyê

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê di meha Hezîranê de buhayê hertiştî mehane ji sedî 3.46 enflasyona salane jî ji sedî 55.19 bilind bû. Li gorî komeleyên berxwiran ev amar her ku diçe metirsiya li ser debara jiyana rojane ya welatiyan zêde dike.

Jûreya Bazirganiyê ya Stenbolê amarên meha Hezîranê ya enflasyonê ragihand. Li Stenbolê di meha Hezîranê de Daneya Debarê ya Xebatkarên Bi Mûçe Kar dikin ji sedî 3.46 û bihayên Firotina Eşyayên Komkirî jî ji sedî 4.32 bilind bûye û herwiha enflasyona salane jî di asteyeke metirsîdar de encam daye û bûye ji sedî 55.19. Welatiyên li Stenbolê ji vê rewşê bi gilî û gazind in û dibêjin; ev dewran wiha hatiye û wiha jî biçe.

Welatî Naci Tiryaki: “Mixabin fature me gelek zêde tên. Jiyan her biha dibe. Tiştekî em bikin nîn e. Wiha hatiye û wê wiha jî biçe. Xelk çi bike nikare fatureyan bide qaşo ji sedî 25 gotin wê arzaniyê binîn lê ew gotinên vala ne.”

Li gorî amarên ji aliyê jûreyê ve hatine ragihandn di enflayona Bihayên Eşyayên Komkirî jî ji sedî 64,27 zêdebûnek pêk hatiye li gorî sala par. Welatî jî, bilindbûna enflasyonê, bihabûna jiyanê, neçarî û bê derfetiyê wek çarenûsekê dibîne û xwe dispêre bi "rehma xwedê".

Welatî Emre Turan: “Dema em lê dinêrin mirov debara xwe zor dikin. Kêmûçe kirin 11.400 lîre baş e lê li gorî wê jî bihayê hertiştî zêde dikin. Welêt bûye 2 ciya ji sedî 50 li vî alî yên din li wî alîyî. ji sedî 50 dibêje temam ji sedî 50 yê din yê civakê jî dibêje berdewam. Heta herkes nebe yek ev mesele çareser nabin. Ji AK Partiyê heta bi CHP, IYI Partî û MHPê hemû wekî hev in yek j wan jî li berjewendiya gel nafikire.”

Bi bilindbûna enflasyona ku dibe barekî giran li ser pişta Stenboliyan di beşa perwerdehiyê de ji sedî 6,99 di vegûhêstinê de ji sedî 5.11, di xercên eşyayên nava malê de ji sedî 3.39 û di beşa xurekan de jî ji sedî 3,37 zêdebûnek pêk hatiye tenê di meha Hezîranê de.

Piştî ku enflasyona Stenbolê hate ragihandin ku ji sedî 55,19 hatiye diyar kirin yekser bandora xwe jî li nava jiyana rojane jî destnîşan kir. Nanê firnê yek nane ku her welatî sere sibehê, nivro û êvarî dikire û dibe mala xwe ji 5 lîreyan li Stenbolê derkete 7.5 lîreyan. Herwiha yek simîta ku serê sibehê beriya ku herkes biçe ser kar dikire û dixwe jî yeka wê jî li hin deveran çûye ser 10 lîreyan.