Li cîhanê roja 4ê Tîrmehê germahiyê rekoreke nû tomar kir

Li dinyayê germahiya hewayê di roja 4ê Tîrmehê de wek 17,18 pile hat pîvan ku ev wek roja herî germ ya dinyayê hat tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dinyayê germahiya hewayê di roja 4ê Tîrmehê de wek 17,18 pile hat pîvan ku ev wek roja herî germ ya dinyayê hat tomarkirin.

Germahiya hewayê ya kurewî ya herî zêde di 3ê Tîrmehê de wek 17,01 pile hatibû pîvan ku ev rêje di nav 24 saetan da guherî.

Li gor daneyên beşa keşnasiyê ya Amerîkayê NCEPê, germahiya kurewî ya navendî di 3ê Tîrmehê de wek 17,01 pile hatibû pîvan ku ev wek roja herî germ hatibû tomarkirin. Lê di nav 24 saetan de ango roja 4ê Tîrmehê germahiya hewayê guherî û bû 17,18 pile.

Germahiya hewayê li gor liv û tevgera însanan ya guherîna avûhewayê zêde dibe. Zanyar dibêjin di nav 6 hefteyan da germahî wê dîsa zêde bibe.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Dinyayê duh daxuyanî dabû ku şert û mercên El Nîno dest pê kiriye û germahî wê zêdetir bibe.

Germahiya herî zêde ya dinyayê di Tebaxa 2016an dae wek 16,9 pile hatibû pîvan.