Li Tirkiye û Bakur bihayê sotemeniyê hat zêdekirin

Bihayê benzîn û sotemeniyê di nav 2 mehan de teqrîben %40-50 zêde bûye û welatî balê dikşînin ku giranbûyîna sotemeniyê, bi xwe re bihayê her tiştî giran dike.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakur, her roj çend bihabûna berhem û xizmetan tên ragihandin û diyar kirin. Piştî Cejna Qurbanê jî zamên berhem û xizmetan li pişthev tên ragihandin. Herî dawî li Tirkiyê 2 lire û 11 quriş li bihayê benzînê hat zêdekirin û niha benzîn bi 26.50-27 lîre tê firotin.

Bihayê benzîn û sotemeniyê di nav 2 mehan de teqrîben %40-50 zêde bûye û welatî balê dikşînin ku giranbûyîna sotemeniyê, bi xwe re bihayê her tiştî giran dike. Loma jî jixwe bi dahata xwe niha nikaribûn debara xwe bikin û di rojên pêş de dê rewşa wan xirabtir jî bibe.

Welatiyê bi navê Murad Dayan ji K24ê re diyar kir: “Yanî dema em rewşa me li ber çavan bigirin, bihayê her tiştî zêde dibe û zêdebûna bihayê benzînê jî normal e. Lê bi rastî rewşa me giştî her diçe ber bi nebaşiyê ve diçe. Kêmtirîn mûçe ew qas hatiye zêdekirin jî, îro ne mumkin e ku welatiyekî bi wê mûçeyê dawiya mehê bibîne. Nirxê pare heliyaye û her diçe jî dihele. Divê ji vê rewşê re çareseriyên giştî bên peyda kirin.”

Dikandar Ergîn Narîn jî dibêje: “Yanî îro mirov nikare seyareyeke normal bikar bîne. Her tişt roj bi roj zam dibe. Kesekî ku dahata wî normal be jî êdî nikare seyareyê rojane bikar bîne. Yanî ku îşê mirov tunebe, mirov nikare derbikeve derve jî êdî.”

Firoşkar û xwediyên saziyên sotemeniyê jî radigihînin ku giranbûna sotemeniyê, li ser karê wan neyînî bandor  dike û her diçe hêza kirîna welatiyan kêm dibe.

Rêveberê Saziya Benzînxaneyê Mihemed Emîn Acar ragihand: “Her tişt îro bi sotemeniyê birêve diçe. Cotkar bi sotemeniyê kar dikin, tu bi ciyekî ve biçî sotemenî ye. Tu li çi binihêrî sotemenî lê diçe. Dema ku sotemenî zêde dibe jî, welatî nikarin îşên xwe bibînin. Me 2 sal berê vê derê vekir. Wê demê me lîtreya sotemeniyê li derdora 7 lîre difirot. Niha bûye 26-27 lîre. Divê ji vê rewşê re çareyekî bê dîtin.”

Xebatkarê benzînxaneyê Mihemed Siddik Koçer jî dibêje: “5 sal berê te bi kêmtirîn mûçeyê dikaribû debara mala xwe jî bikî û çaryek zêrekî jî bikirî. Lê niha kêmtirîn mûçe zêdeyî 11 hezar û nîv bûye, lê hêj ew mûçe nagihê bêrika me dihele û diçe.”

Hêjayî gotine ye ku îro û sibê tê pêşbînîkirin ku bihayê mazot û gaza sirûştî jî bê zêdekirin.

Li gor 2 roj berê vê pompeyê depoya trimbêleke 50 lîtreyî, li gor îro 105 lîre erzantir tije dikir. Ji ber ku 2 roj berê bihayê benzînê zêde bû. Welatî û firoşkar balç dikşînin ku bihabûna benzîn û sotemeniyê li ser bihayê her tiştî jî bandor dike.”