Li Tirkiyê xercên pasaport, noter û vîzeyê hatin zêdekirin

Di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin ku bi biryara Serokomarê Tirkiyê xercên pasaport, noter û vîzeyê %50 hat zêdekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin ku bi biryara Serokomarê Tirkiyê xercên pasaport, noter û vîzeyê %50 hat zêdekirin.

Biryara Serokomarê Tirkiyê ya derbarê %50 zêdekirina xercên girêdayî Yasaya Xercan ya hejmara 492 de roja Înê 7ê Tîrmeha 2023an di Rojnameya Fermî de hat ragihandin.

Li gor biryara ku hatiye belavkirin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xercên girêdayî Yasaya Xercan ku pasaport, noter, vîze, destûra kar, ruxsatname, bawername û xercên çûnûhatinê li xwe digre %50 hatine zêdekirin.

Herwiha "xerca belgeya şofêrtiyê" derveyî vê biryarê hatiye girtin û ew xerc nehatiye zêdekirin.

Li gor biryareke din ku heman rojê di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin Baca Nirxê Zêdekirî (KDV) %18 bo %20î hatiye zêdekirin. Ligel vê yekê Baca Nirxê Zêdekirî ku ji bo çend xizmet û tiştan dihat cîbicîkirin jî %8 bo %10an hatiye zêdekirin. Ev biryar dê 10ê Tîrmehê bê cîbicîkirin.

Xerca telefonên ji derveyî Tirkiyê tên kirîn jî bi zêdekirina %228an  ji 6 hezar û 19 lîreyan derketiye 20 hezar lîreyê Tirkî ku dike nêzîkî 770 dolarê Amerîkî.