Hewlêr û Nashville bi fermî bûn destexwişk

Herdu bajarên Hewlêr û Nashville bi fermî bûn destexwişk û biryar bi piraniya dengan ji aliyê Encûmena Şaredariya Nashvilleê ve hat pesendkirin.
Nashville û Hewlêr
Nashville û Hewlêr

Hewlêr (K24) – Herdu bajarên Hewlêr û Nashville bi fermî bûn destexwişk û biryar bi piraniya dengan ji aliyê Encûmena Şaredariya Nashvilleê ve hat pesendkirin.

Roja 7ê Tîrmeha 2023an, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman ragihand, Encûmena Şaredariya Nashvilleê bi piraniya dengan, bajarê Hewlêrê wek destexwişka bajarê xwe pesend kir.

Ev piştî wê yekê hat ku di dawiya meha Gulana borî de, şandeke Şaredariya Nasville ya eyaleta Tennessee ya Amerîkayê serdana Hewlêrê kirin û çendîn hevdîtin û serdan bo cihên cuda cuda yên Hewlêrê encam dan.

Serokê Şaredariya Bajarê Nashville John Cooper beşdarî bultena Basî Roj a Kurdistan24ê bûbû û ragihandibû: “Em dixwazin pêwendiyeke bihêz ligel Hewlêrê dirust bikin û çavê me li wê yekê ye ku di warê kulturî, rewşenbîrî û bazirganiyê de hevahengiyeke zêdetir dirust bikin.”

Herwiha ragihand ku 25 hezar Kurd li bajarê Nashville dijîn û destnîşan kir, Nashville çîroka pêkvejiyanê ye, wek wê pêkvejiyana ku li Kurdistanê heye û got: “Kurd hevbeşeke gelek baş in ji bo me.”