Mihemed Îsmaîl: Mezlûm Ebdî nekarî gerentiya berdewamiya diyaloga Kurdî bide

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl derbarê daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li ser dubare destpêkirina diyaloga Kurdî - Kurdî de  radigihîne, “Mezlûm Ebdî û PYDê xwedî li îmzeya xwe derneketin û belgenameya ku hatiye îmzekirin jî cibicî nekirin, eger ev belgename cibicî nebe, ma gelo dê çawa diyalog careke din dest pê bibe?!.”

Şandeyê Amêrîkî bo Bakurê Rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger û şanda pê re îro 8ê Tîrmeha 2023an li bajarê Hesekê ligel şandeke ENKSê civiyabû. Endamê Desteya Serokatiya ENKSê û Sekreterê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ku di civînê de amade bû, ji K24ê re ragihand, “Me di civînê de behsa rewşa siyasî ya deverê, tengaviya ku miletê me tê re derbas dibe, pirsgirêkên aboriyê û kêmbûna ava vexwarinê li parêzgeha Hesekê û kiryarên PYDê li hember gelê me gotûbêj kirin.”

Mihemed Îsmaîl destnîşan kir, Şandeyê Amerîkî û tîma avedankirin û xizmetguzariyan a ku ligel wî bû, di civînê de tekez kirin ku ew kar dikin ji bo vê qeyrana ku li ser deverê heye sivik bikin.

Her wiha got: “Me ji şandeyê Amerîkî re tekez kir ku nabe gelê me bibe qurbanê nakokiyên siyasî yên derbarê qutkirina ava westgeha elok de, ji ber ku ev pirsgirê dê bibe sedemeke din a koçberbûna xelkê deverê.

Jêdera sereke ya ava vexwarinê ya bajarê Hesekê û gundewarê wê ve, ji westgeha Elok a li Serê Kaniyê ye, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike jî, bi berdewamî avê li ser parêzgeha Hesekê qut dikin.

Her wiha Mihemed Îsmaîl amaje bi wê yekê kir ku di beşeke din a civîna ligel Şandeyê Amerîk de, pirsa deriyê sînorî Sêmalka/Pêşabûrê hat behskirin û got ku endamên ENKS û alîgirên wê wek ku di zîndaneke neçarî de ne, ji ber ku Rêveberiya Xweser rê nade wan çûnûhatinê di wî derî re bikin. Diyar kir jî, ev derî tenê di destê aliyekî Rojaveyê Kurdistanê (PYD) de ye û ew jî vî derî tenê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.

Li ser daxuyaniya fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ku berî çend rojan banga dubare destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî kiribû, Mihemed Îsmaîl aşkere kir, “Aliyê Amerîkî di civînê de behsa dubare destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî nekir. Lê em her tim ji diyalogê re amade ne. Me di vê pirsê de gavine baş avêtibûn û me bi hev re belgenameyeke gerentiyê ji 6 xalan jî bi hev re îmze kiribû, Mezlûm Ebdî û aliyê Amerîkî li ser îmze kiribûn. Em amade ne ji cihê ku em gihîştine, dubare dest bi danûstandinan bikin.”

Diyar kir jî: “Di pirsa diyaloga Kurdî de, me berê li ser nêrîna siyasî lihev kiribû û me gelek xalên din derbas kiribûn, lê mixabin aliyê PYDê xwe da aliyekî û tiştê li ser hatiye lihevkirin binpê kir. Mezlûm Ebdî û PYDê li îmzeya xwe nebûne xwedî û belgename cibicî nekirin, eger ev belgename cibicî nebe, ma gelo dê çawa diyalog careke din dest pê bibe?!.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê tekez kir jî: “Em xemxwarê wê yekê ne ku diyalog berdewam bibe û bigihe encamine baş, lê Mezlûm Ebdî nekarî gerentiya berdewamiya vê diyalogê bike. Piştre PYD ev diyalog binpê kir û ofîsên me şewitandin û zemîna ku diyalog tê de berdewam dibû têk da, Mezlûm Ebdî jî nekarî tiştekî bike, wî nekarî destdirêjiya li ser me û şewitandina ofîsên me rawestîne.”