Ano Cewher: Biryara Serokomarê Iraqê hebûna Kirîstiyanan li Iraqê dixe metirsiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Gihandin û Veguhastinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher rexne li biryara Serokomarê Iraqê ya vekişandina biryara Komarî hejmar (147) ya sala 2013an ya taybet bi Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako girt.

Ano Cewher di hevpeyvînekê ligel K24 de ragihand, bi vê biryara Serokomarê Iraqê, rewşa Kirîstiyanan li Iraqê ket qonaxeke aloztir.

Got jî: “Em ji sala 2003'an û vir ve ji bo cara yekem em pêşhateke wiha ya metirsîdar ji aliyê serokomar ve dibînin. Ew bi vê yekê ket xefika kesên ku dixwazin zirarê bigihînin gelê Kiristiyan.”

Her wiha got: “Lê vê carê birîna Kiristiyanan kûrtir e, ji ber ku ji aliyê serokomar ve ye, di dema ku diviyabû ew çareserî û pena ba.”

Wezîra Gihandin û Veguhastinê da zanîn ku bi vê biryara Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, hebûna gelê Kiristiyanî li Iraqê dikeve metiriyê û ev biryar bêrêziyê li gelê Kiristiyanî li Iraqê dike û rê li ber desteserkirina mal û milkên Kirîstiyanên Iraqê vedike.

ÇI QEWIMÎ?

Di Tîrmeha 2013an de, Ofîsa Serokomariya Iraqê nameyek ji Ofîsa Ewqafên Olên kiristiyan, Êzdî û Saîbe-Mendî re şandibû û tê de Kardînal Luis Sako wek Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê destnîşan kiribû.

Serokomarê Letîf Reşîd bi biryara komarî (31) di 3ê Tîrmeha 2023an de, biryara hejmara (147) a Komarî ya sala 2013’an, ya taybet bi tayînkirina Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako hilweşand.