Li Elkê ya Şirnexê Festîvala Berxbirînê hat lidarxistin

Di festîvalê de pêşirkên berxbirîn, mast û penîr hatin kirin. Hunermendên naskirî yên wekî Rojîn, Haluk Levend û Mesûd Cizîrî konserên stran û kilaman dan.
kurdistan24.net

Şirnex (K24) - Li navçeya Elkê ya Şirnexê, Festîvala Berxbirînê birêve çû. Di festîvalê de pêşirkên berxbirîn, mast û penîr hatin kirin. Hunermendên naskirî yên wekî Rojîn, Haluk Levend û Mesûd Cizîrî konserên stran û kilaman dan. Di festîvalê de danasîna berhemên xwemalî yên Elkê jî hat kirin.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê Festîvala Berxbirîn, Çand û Huner û Zozanan birêve çû. Festîvala ku ev heşt sal in tê lidarxistin îsal ne li zozan li navçeyê hat birêve çû. Welatiyên ku ji bajar û navçeyên derdorê beşdarî festîvalê bûyîn gotin ku berê wan li Zozanan dest bi berxbirînê dikirin û ev çalakiya wan din ava şahiyê de derbas dibû.

Welatiyê bi navê Yakup Aşan ji K24ê re diyar kir: “Ev çandeke me ya qedîm e. Em bi vê festîvalê gelek keyfxweş in. Mixabin niha festîval li vir tê kirin lê ji beriya niha li zozanan dihat lidarxistin. Li zozanan me kon vedidan, me xêve vedidan, dine hênik bû. Ev der jî xweş e lêbelê gelek gerim e.”

Festîval ji aliyê Parêzgarî, qeymeqamî û şaredariyên navçeyan ve hat lidarxistin. Rayedaran gotin ku navçeyên wan ji bo geştyariya çiya û zozanan guncav in û ew dê zêdetir danasîna van navçeyan bikin.

Qeymeqamê Qilebanê Mehmet Ridvan Dogan ji K24ê re diyar kir: “Elkê bi festîvalên xwe, bi çavkaniyên xwe yên sirûştî, bi xwezaya xwe ya bêhempa ciheke gelek xweş e. Elkê ji bo geştyariyê ciheke guncav e.  Em hêvîdar in ku dê ji niha û pê ve jî rojên me xweştir bin. Em dê berdewam çalakiyên bi vî rengî bikin.”

Zozanên Fereşînê, Kêla Memê û zozanên din yên Elkê navdar in. Welatî hiriya pezê xwe li zozanan cewbir dikin. Lê belê bo nimûne di festîvalê de pêşbirka berxbirînê jî hat kirin. Serkeftiyên pêşbirkê bi zêran hatin xelatkirin.

Yekemînê Pêşbirka Berxbirînê Kadîr Aykut ji K24ê re diyar kir: “Dema ku dibû dema berxbirînê milet kom dibû û berxên xwe ji beriya berxbirînê rojekê dişûştin. Piştî hingê berxên xwe dibirîn. Ji ber ber û berhemên salê yên pezê xwe bi çalakî û şahiyan keyfxweşiya xwe dianîn ziman. Şahiya berxbirê ji çandeke wiha tê.”

Pêşbirka xweştirîn mast û penîrê pez jî hat kirin. Hemû beşdarên pêşbirkê ji aliyê jûrî ve serkeftî hatin qebûlkirin.

Beşdara Pêşbirka Mast Hejîn Aykut got: “Ev e mastê pîra min e, em bi vî mastî ketine pêşbirka berxbirê, îşele em biserbikevin.”

Hûnermendên wekî Rojîn, Haluk Levend, Mesût Cizîrî, Îsmaîlê Tivorî jî bi stran û kilamên xwe reng dan festîvalê.