Li Tirkiyê bihayê sotemeniyê careke din bilind bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Bihayê sotemeniyê li Tirkiyê dîsa bilind bû, Litreya benzîn û mazot bi qasî 6 lîreyan bilind bû û nirxê her lîtrek benzîn gihîşt 1.50 dolarî.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di rojnameya fermî de biryarnameyeke nû ya li ser sererastkirina bihayê sotemeniyê îmze kir.

Bi vî awayî, bihayê lîtreya benzînê ji 28 lîreyan bû 34 lîreyî (1,50 dolar) û lîtreya mazotê jî derket 32 ​​lîreyan.

Ev biryar bû sedema berteka opozîsyonê û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: Zêdekirina bihayê sotemeniyê niha nayê qebûlkirin.

Zêdebûna nirxê sotemeniyê piştî wê tê, hefteya borî mûçeya herî kêm bo 22 hezar lîre bilind bû.