Li Diyarbekirê xebatkarên DEDAŞê ji bo mafên xwe dest bi çalakiyan kirin

Xebatkarên Kompanya Hilberîn û Belvakirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ’ê) ji bo ku mafên wan yên pişeyî bên başkirin, li bajarên Bakur dest bi çalakiyên karberdanê û xwepêşandana kirine.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Xebatkarên Kompanya Hilberîn û Belvakirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji bo ku mafên wan yên pişeyî bên başkirin, li bajarên Bakur dest bi çalakiyên karberdanê û xwepêşandana kirine.

Karmend û xebatkên DEDAŞê, daxwazên xwe diyarkirine û ragihandine ku ji bo ku moçeyên wan û şertên karkirina bên baş kirin, dê li ber avahiya DEDAŞê heta ku daxwazên wan yên mirovî bên bicîhkirin, dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Xebatkarên DEDAŞ daxwazên xwe bi van 12 xalan diyarkirine: 1 – Mafê endambûyîna Sendîqayan, 2- Bi lêzêdekirina %80 kêmtirîn mûçeyê dayîna mûçeyan, 3 – Li gor ku şertên fermî yên li Tirkiyê dayîne xercên rê û xwarinê. 4- Ji kar û xebatên ku bi şev tên kirin %15 zêde pere bê dayîn. 5- Ji bo rêbiran diyarkirina mûçeyek cuda, 6- Ji bo ajotkariyê zêde peredayîn. 7- Ji 6 mehan carekî îkramiye, 8- Promosyonên Bankayan, 9 –Di Cejnên Remezan û Qurbanê de îkramiye, 10- Zêdekirina pareye dewama ku zêde tê kirin û pareyê rojên betlaneya fermî. 11- Piştigiriyên ji bo Dibîstan, zewac, çêbuyîna zarokan û xercên sotemeniyê. 12 – Ji bo Kesên ku li qadê kar dikin, mafên zêde keddayîna wan.