Li Şarezûrê bûyera trafîkê: 3 kesan canê xwe ji dest dan

Li bajarê Şarezûrê bûyereke trafîkê rûda û di encamê de sê kesan canê xwe ji dest dan û sê kes jî birîndar bûn.

Hewlêr (K24) – Li bajarê Şarezûrê bûyereke trafîkê rûda û di encamê de sê kesan canê xwe ji dest dan û sê kes jî birîndar bûn.

Nexweşxaneya Şehîd Reûf Beg li ser vê mijarê ragihand, bûyer di navbera du otomobîlan de li ser rêya navbera Şarezûr – Seyîdsadiq nêzîkî gundê Mehmûdxan rûdaye û li cihê bûyerê du kesan canê xwe ji dest dane ku bavekî 55 salî û zarokekî wî yê çar mehî bûye, ku bi eslê xwe Ereb in.

Hat diyarkirin ku kesekî din ji birîndaran piştî gihandina bi hawarçûna Silêmaniyê ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan, di bûyerê de 8 welatiyên din jî bi giranî birîndar bûne, piştî gihandina Nexweşxaneya Giştî ya Şehîd Reûf Beg tedawiyên destpêkê hatine kirin û piştre bi çar ambulansan bo nexweşxaneyên Silêmaniyê hatine veguhestin.