Dixwaz tê kirin Finala Kupaya Super li Diyarbekirê were lîstin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ji aliyê Rêxistina AK Partî ya Diyarbekir ve bangewazî hat kirin ku Fînala Kupaya Super a Tirkiyeyê ku navbera Fenerbahçe û Galatasaray de ye li Diyarbekir were lîstin. Şîrovekarê werzîşê jî dibêjin ev yek dê sûdeke mezin bide danasîna Diyarbekirê.

Serokê Ak Partî yê Diyarbekir Muhammed Şerîf Aydin bang li Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê kir ku Fînala Kupaya Super a Tirkiyeyê li Yarîgeha Diyarbekir were lîstin. Dîroka Fînala ku dê navbera Fenerbahçe - Galatasaray de were lîstin hîn nehatiye diyarkirin û Serokê AK Partî yê Diyarbekir jî dibêje fînalên wisa girîng li Diyarbekir hatine lîstin û Diyarbekir kariye ji bin vî barî derbikeve û her wiha bang li saziyên sivîl ên Diyarbekir jî tê kirin ku piştgiriya vê bangewaziyê bikin ji berk u ev yek berjewendiya hevpar a bajêr e û derveyî siyasetê ye.

Muhammed Şerîf Aydin ji K24ê re got: “Ez hêvî dikim ku saziyên sivîl ên Diyarbekir jî piştgirî bidin banga me, ji berk u ev mijar derveyî siyasetê ye û sudê dide hamu bajêr. Beriya niha jî yariyên wisa girîng hatin lîstin, ji bo Diyarbekirê yariyên wisa girîng in û pêwîst in.”

Şîrovekarên werzîşê jî balê dikêşin ku Kapasîteya Yarîgeha Diyarbekir 33 hezar e û eger biryar were dayîn ku Fînala Kupaya Super a Tirkiyeyê li Yarîgeha Diyarbekir were lîstin ev yek dê bo danasîna Diyarbekir sudeke mezin derbixe holê ji ber ku rikeberiya navbera Fenerbahçe-Galatasaray de hem dîrokî ye û hem jî di qada navneteweyî de jî bi nav û deng e.

Şîrovekarê werzîşê Saffet Azbay dibêje: “Derbiya navbera Fenerbanhçe Galatasaray de rikeberiyek cîhanî ye. Ji ber wê eger li Diyarbekir were lîstin dê di her qadî de sudê bide Diyarbekir. Dê bo nasnameya Diyarbekir sudbexş be, bo esnafan baş be, bo bazirganiyê baş e, bo geştiyariyê baş be.”

Yarîgeha Diyarbekirê li gorî pîvanên navneteweyî yên UEFAyê hatiye avakirin û rayedar dibêjin bi hêsanî Diyarbekir dikare mêvandariya yariyeke wisa ya mezin bike ev yek dê derî li yariyên mezintir jî veke.