Li Afxanîstanê ji ber lehiyê herî kêm 30 kesî canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Meydan Werdek a Afxanîstanê ji ber lehiyê herî kêm 30 kesî canê xwe jidest dan.

Berpirsê Ofîsa Rûbirûbûna Karesatên Xwezayî li parêzgeha Meydan Werdekê Feyzullah Celalî ragihand, ji ber barîna baraneke xurt lehî li navçeyên parêzgehê rabû.

Feyzullah Celalî got ku di lehiyê de 30 kesî canê xwe jidest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karesatan a Talîbanê 74 kes birîndar bûne û 604 xanî jî hilweşiyane.

Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand, di 4 mehên borî de li seranserê welêt ji ber lehiyê herî kêm 214 kesan canê xwe jidest dane û 320 kes jî birîndar bûne.