TDK-TEVGER û PAK: Em Peymana Lozanê qebûl nakin, azadîya Kurdistanê mafê me yê meşrû ye

Peymana Lozanê
Peymana Lozanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) bi boneya derbasbûna sed salî di ser Peymana Lozanê re, di peyameke hevbeş de ragihandin, “Pêwîst e hemû rêxistin û partîyên kurdistanî, dezgehên sivîl û demokratîk rewşenbîr û akademîsyenên kurdan, di hemû qada tekoşînê de, di qada netewî û navdewletî de, ji bo çalakîyên protestokirina salvegera 100 salîya Peymana Lozanê amade bin.”

Peyama TDK-TEVGER û PAK wiha ye:

TDK-TEVGER, PAK: Em Peymana Lozanê qebûl nakin, azadîya Kurdistanê mafê me yê meşrû ye

Di 24ê tîrmeha 1923an de, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê peymanek hate îmzekirin. Bi vê peymanê, bê ku miletê Kurd di konferansê de temsîl bibe, çarenivîsa milletê Kurd hate tayinkirin û milletê Kurd û welatê wî Kurdistan di dîrokê de cara duyem hate perçekirin û dabeşkirin.

Wek tê zanîn, di 17ê gulana 1639an de, bi peymana Qesrî Şîrîn, ya ku di navbeyna Osmanî û Safewîyan de hate îmzekirin, Kurdistan bû du parçeyan. Bi Peymana Lozanê ku wek teyidkirina Qesrî Şîrîn e, Kurd û Kurdistan vê carê jî di asta navdewletî û di nava çar dewletan de hate dabeşkirin û Kurdistan bû welatekî kolonî ya navdewletî. Ji derveyî îradeya neteweya Kurd, nexşeya herêmê ji nû ve hate xêzkirin. Dîroka sedsalîya makûs ya neteweya Kurd ya ku li ser bingehê perçebûn û dabeşbûnê form girtîye, mixabin îro jî berdewam dike.

Bi Peymana Lozanê miletê Kurd û welatê wî Kurdistan tune hatine hesibandin, îradeya wan binpê bûye, ji mafê netewî û heta yê mirovî jî bêpar maye. Bi vê peymanê, hîmên civata Kurd û Kurdistanê hatine tehrîbkirin. Berîya her tiştî rasterast mudaxeleyî pêvajoya netewebûyîna kurdan bûye. Sedemên bingehîn yên pirsgirêkên erdnîgarî, sîyasî, aborî, civakî, çandî û zimanî, perçebûn û dabeşbûna neteweya Kurd, bêgûman ev mudaxeleya navdewletî ye.

Berpirsên vê yekê, bêşik ne tenê dewletên kolonyalîst Tirkîye, Îran, Iraq û Sûriye ne. Li gel dewletên kolonyalîst yên heremê, dewletên kolonyalîst û empeyalîst yên cîhanê ku beşdarî Peymana Lozanê bûne û yan jî bûnin terefê vê peymanê jî gunehkar û berpirsên vê yekê ne.

Peymana Lozanê peymanek navdewletî ye û pêwîste di çerçeweya pirensîb û dadwerîya navnetewî de bête şîrovekirin. Loma jî, girîngîya tekoşîna li dijî Peymana Lozanê ya di asta navdewletî de, bêtir manîdar dibe. Bê gûman, di warê qada dîplomasî û huqûqa navdewletî de vatinîyên gelek girîng dikevin ser milên dewleta federe ya Başûr, dîaspora Kurd, akademîsyenên ciwan yên kurd ku di unîversîteyên welatên rojavayê de dixwînin. Ji bo van erk û vatinîyan jî pêwîstî bi lobîyek xurt, ya ji bo tekoşîna dadwerîya navdewletî , herweha pêdivî bi dîplomasîyek koordînekirî û bi istîqrar heye. Dîsa di vê qadê de, pêwîstî bi xebatên akademîk yên bi zimanên cuda heye.

Neteweyê Kurd heta îro Peymana Lozanê qebûl nekirîye, îro jî qebûl nake. Lê ev helwest bi serê xwe têrê nake. Divê ev zincîrên koletîyê miheqeq bêne şikandin. Pêwîst e hemû rêxistin û partîyên kurdistanî, dezgehên sivîl û demokratîk rewşenbîr û akademîsyenên kurdan, di hemû qada tekoşînê de, di qada netewî û navdewletî de, ji bo çalakîyên protestokirina salvegera 100 salîya Peymana Lozanê amade bin. Ji bo peymana Lozanê di sergoyê dîrokê de bihê binaxkirin, divê em bi rûhekî seferberî têkevin nav têkoşîn û hewldanên pir alî. Di vî warî de, erk û vatinîyên dîaspora kurd gelekî girîng in. Xebatên dîplomasî û yên lobîya kurdî, konferans û sempozyûmên navnetewî pêwîst in. Di serlêdanên NY û dezgehên din yên navneteweyî de, tekoşîna huqûqî û dadwerîyê, di pêvajoya protestokirinê de çalakîyên bingehîn in.

Di 100 salîya Peymana Lozanê de, em ji dinyayê re carekê din eşkere û deklere dikin ku em Peymana Lozanê napejirînin. Em bangî wan dewletên ku binê vê peymanê îmze kirine ya jî terefên vê peymanê ne dikin ku xwe ji vê şaşî û neheqîya dîrokî vekşînin û mafê dewletbûyîna miletê kurd qebûl bikin.

24ê Tîrmeha 2023

- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

- Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER)