Efrîn.. Çekdaran li biraziyekî şehîdên Newroza Cindirêsê dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve, grûpeke çekdar bi awayekî hovane li ciwanekî ji malbata şehîdên Newrozê dan, bi otomobîlê di ser destê wî re çûn û destê wî şikandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, duhî 23ê Tîrmehê li bajarokê Cindirêsê, grûpeke çekdar ji Ceyş El-Şerqiye bi ser dikaneke berberiyê de girt û bi awayekî hovane li ciwanê 19 salî Nezmî Eşref Osman dan, bolka qermîdî li pişta dan û bi otombîla leşkerî di ser destê wî re derbas bûn.

Da zanîn jî, di encama lêdanê de, Nezmî Eşref Osman bi giranî birîndar bû û her du destê hatin şikestin ku ji bo nexweşxaneya gundê Etmê yên ser bi Idlibê ve hat veguhastin.

Rêxistina Mafên Mirovan di rapora xwe de da zanîn jî, ev grûpa çekdar bira û merivên kujerên 4 şehîdên şeva Newrozê ne û dema li Nezmî Eşref Osman didan ku biraziyê şehîdan e, siloganên nijadperestiyê davêtin û ji wî re digotin: “Hûnê berdêla girtina bira û merivên me bidin.”

Li bajarokê Cindirêsê di êvara Newroza 2023an de, çekdarên grûpa Ceyş El-Şerqiye êrîşî ser malbata Pêşmerg a Kurd kirin û ji ber ku wan agirê   Newrozê vêxistibûn gule reşandin û (3 bira û biraziyekî wan) şehîd kirin, ku niha çend êrîşker ji wê grûpê girtî ne.

Piştî vê tawana hovane jî, karvedanên tund, nerazîbûn û xwepêşandanên berfireh li ser asta navxwe û derve derketin, tê de xwepêşanderan ev komkujî şermezar kirin, daxwaza dadgehkirina tawanbaran li dadgeheke navdewletî kirin, her wiha daxwaza derketina çekdaran ji nava gund û bajaran kirin û rêveberiya herêma Efrînê bo xelkê herêmê yê resen bê radestkirin.