Partî û rêxistinên Kurdan li Diyarbekirê Peymana Lozanê protesto kirin

Li Diyarbekirê beşek ji rêveber û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên Kurdan kom bûn û di 100 saliya wê de Peymana Lozanê protesto kirin û gotin; em Kurd vê peymanê nas nakin.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê beşek ji rêveber û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên Kurdan kom bûn û di 100 saliya wê de  Peymana Lozanê protesto kirin û gotin; em Kurd vê peymanê nas nakin. Di daxuyaniya hevpar de hat gotin ku; ew  avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî destkeftiyeke girîng ên Kurdan dibînin.

Li Diyarbekirê, rêveber û nûnerên 13 partî û rêxistinan bi navê Hevpeymana Kurdistanî, di 100 saliya wê de Peymana Lozanê protesto kirin û gotin ku Kurdan wê demê jî ev Peyman qebûl nekirine û niha jî qebûl nakin. Di daxuyaniya hevpar de bang li qada navdewletî kirin ku mafên Kurdên yên neteweyî nas bikin.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz diyar kir: “Ji aliyê gelê Kurd û gelên bidest ve Peymana Lozanê, peymana şer e. Gelê Kurd, bi hişmendiya xwe, bi hêza xwe bi sazî û rêxistinên xwe ne gelê 100 sal berê ne. Îro gelê Kurd di her aliyê de; ji aliyê hişmendî, rêxistinî sazûmanbûyînê de di çar parçeyên Kurdistanê de yekitiya xwe pêş xistiye.”

Rêveber û nûnerên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TEVGER)  jî bi kongreyeke rojnamegerî gotin ku; di 100 salên borî de Kurd rastî gelek qetlîam û êşên giran û neheqî hatin û ji bo bidestveanîna mafên neteweyî banga yekitiyê li Kurdan kirin.

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hanefî Turan ji K24ê re diyar kir: “Lozan parçekirina Kurdan e. Ji ber ku ev Peyman tiştekî çêkirî ye divê ew parçekirin ji holê rabe.  Ne ku Kurdan jiberxwe ve welatê xwe kirine çar parçe û gotine ew dixwazin em ê bi Tirk, Ereb û Farsan re bijîn. Tiştek wisa tune ye. Ev bêyî îradeya me bûye û divê em bê rakin.”

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku; Kurd dikarin bi yekitiya neteweyî bigihin mafên xwe yên bingehîn û hat gotin ku; ew avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî û Rêveberiya Xweser a Rojava di binyadeke federal a defakto da weke destkeftiyên girîng dibînin.

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aştî ji K24ê re diyar kir: “Em her tim dibêjin; divê temamê saziyên Kurdan mejiyê xwe format bikin û li dora maseyekê kom bibin û li ser plan û projeyeke neteweyî kar bikin.”

Ji beriya 100 salan, nûnerên 25 welatan li bajarê Lozan ê Swîsreyê kom bûn  û Peymana Lozanê îmze kirin. Ev 100 sal in Kurd dîrokeke dramatik dijîn. Îro jî hin rêveber û nûnerên partiyên siyasî, li Bakurê Kurdistanê; li Diyarbekirê kom bûn û bang li wan welatên ku Peymana Lozanê îmze kirine dikin ku lêborînê ji Kurdan bixwazin û mafên kurdan nas bikin.