Wezareta Navxwe ya Tirkiyê: Li Nisêbînê gerîlayeke PKKê hat kuştin

Nisêbîn
Nisêbîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Nisêbînê di sergirtina malekê de kesek hate kuştin û kesek birîndar bû. Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kesa hatî kuştin gerîlaya PKKê ye.

Li bajarokê Nisêbînê yê ser bi Mêrdînê ve, hêzên ewlehiyê avêtin ser malekê li Kolana Sakaryayê. Li gor zanyariyan di operasyona polîsan de şer rû daye û kesek hatiye kuştin û kesek jî birîndar bûye.

Di derbarê mijarê de, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî daxuyaniyek belav kir û da zanîn, operayson li ser zanyariyeke hawalgirî hatiye kirin û hêzên ewlehiyê dema xwestine bi ser mala ku bergûman lê ne de bigrin, şer rû daye.

Got jî, Di encamê de jinek ku gerîlaya PKKê hatiye kuştin, du debance, du bombe û hejmarek fîşek hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, gerîlaya ku hatî kuştin da ku êrîşê sazî û dezgehên hikûmî bike, li Nisêbînê bicih bûye.