Helîkopterek li Giwêrê kete xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji K24ê re ragihand, helîkopterek li nahiya Giwêrê ya li rojhilatê Hewlêr kete xwarê.

Li gorî wî jêderî, ew helîkopter ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ye û di dema rahênanê de pirsgirêkeke teknîkî derketiye û ketiye.

Da zanîn jî, di bûyerê de ti ziyanên canî nebûne û tîma helîkopterê sax e.

Nahiya Giwêrê ser bi Mexmûrê ve ye û 45 k.m dûrî Hewlêrê ye, lê ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Neynewayê ve ye.

Jêderekî din ji K24ê re ragihand, ew helîkopter li nêzîkî baregeheke perwerdeya leşkerî ketiye xwarê, 2 pîlot di wê helîkopterê de bûn, di dema ketina helîkopterê de xwe rizgar kirin.