Karmendên saxlamiyê daxwaza dabînkirina mafên xwe dikin

Diyarbekir (K24) – Sendîkaya Karkerên Saxlemiya Giştî (Dev-Saglik-İş) ya ku ser bi Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DÎSKê ve ye, li ber Nexweşxaneya Zanigeha Dîcleyê ji bo dabînkirina mafên wan yên ku hatine qebûlkirin û başkirina şertên karên xwe xwepêşandan lidar xistin û daxuyaniyan belav kirin.

Rêvebirên Dev Saglik Îşê û DÎSKê ragihandin ku tazmînatên ji bo xizmetên karkeran yên raboriyê hatine diyarkirin û terxankirin, nayên dayîn û ji ber ku her roj her tişt biha dibe jî, ew pareyê wan nirxê xwe winda dike. Loma jî daxwaz dikin ku demek zûtir ew parê karker û karmendan bên dayîn. Dîsa daxwazên xwe yên ji bo zêdekirina mûçeyan û şertên karkirinê jî ji bo rayedaran û raya giştî ragihandin û balê kişandin ku heta daxwazên wan neyên dabînkirin, dê bi çalakiyan berdewam parastina mafên kedkar û karmendan bikin.